‘Çeteyên dewleta Tirk destê xwe dirêjî Afrîkayê jî dikin’

Hin raporan behsa wê yekê kir ku çeteyê bi navê Ebû Emşe yê girêdayî dewleta Tirk a dagirker tevî hin serçeteyên din bi rêya xizmetên mirovî û leşkerî destê xwe dirêjî Afrîkayê dikin. Heta ragihandin ku Ebû Emşe alîkarî şandine Komara Kamîronê.

‘Çeteyên dewleta Tirk destê xwe dirêjî Afrîkayê jî dikin’
6 nîsan, 2021   11:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser medya civakî dîmenek hat belavkirin, tê de xuya dibe ku xelkê xizan li cihekî ji bo girtina alîkariyên mirovî kom bûne. Di dîmen de kesekî bi zimanê erebî diaxive li ser navê xizanên Kamîronê spasiya Ebû Emşe dike. Di demekê de ku ji sedî 90 ji welatiyên Sûriyê xizan in.

Çavkaniyên ji hundir bajarê Efrînê ji tora Skynews Erebiyê re wiha gotin: “Serçeteyê koma Suleyman Şah, Mihemed El-Casim (Ebû Emşe) cara sêyemîn e ku bi hevkariya rêxistina Tîka ya Tirkiyê alîkariyên mirovî ji bo gelê Kamîronê dişîne. Ebû Emşe dê alîkariyan bişîne Mozembîkê jî.”

Çavkaniyan ragihand ku serçeteyên komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî Lîbya û Azerbêcanê bi rêya alîkariyên mirovî û leşkerî dixwazin li herêmên Afrîka yên ku çeteyên DAIŞ`ê lê çalak in, bi cih bibin.

Çavkaniyan got, “Ebû Emşe yek ji wan serçeteyan e ku nasnameya tirkî û sûrî radikin û li Kamîron û Mozembîkê milk kirine.”

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku çete Ebû Emşe piştî Lîbya dê berê xwe bide cihên din wekî Kamîron, Mozembîk, Kenya û deverên din ên Afrîkayê. Di demekê de ku rêxistinên tundraw wekî DAIŞ, El-Qaîde, Boko Heram û Koma Ciwanên Somalê li wan deveran çalak in.

 (cx)