ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2012

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2012
5 nîsan, 2021   23:00

- Di ser êrişên hovane yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê re 5 sal derbas bû ku çeteyan tê de çekên kîmyewî bi kar anîn û piştre çete li sûcê xwe mikur hatin. Lê ruxmî wê jî, sûcdar bê ceza man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê got, kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewlet Tirk ve û ferzkirina dorpêçê ji aliyê hikumeta Şamê ve ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêbazên şerê taybet in. Şêniyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hember sûcên ku li dijî gelê herêmê pêk tên, bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Fermî ya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed got: "Rêxistina Tenduristiya Cîhanê biryar da ku bi rêya hikumeta Şamê derman di meha Gulanê de derbasî herêmên me bibin û 10 mîlyon derzî ji bo Sûriyê veqetandine, di nav de 10 hezar ji bo herêmên Rêveberiya Xweser e. Lê me ev biryar red kir, ji ber ku ev derzî ne di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, lê metirsî ji tenduristbûna wê de hebe û ji şêniyan re cihê fikaran be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Navenda Jineolojiyê a Herêma Firatê Rozêf Ehmed destnîşan kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan bûye rojbûna azadiya her jinekê ku ji ber koletiyê êş kişandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku armanca rejîma AKP/MHP'ê ew e ku partiya wan ji siyaseta demokratîk dûr bixin lê belê li gel hemû êrişênl li dijî partiya wan jî her ku diçe xurttir dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fener El-Giêt destnîşan kir ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê têrê nake ku fikirê tundraw ê DAIŞ`ê tune bibe. Her wiha bang li dewletên ku hemwelatiyên wê li kampê hene kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û dadgeheke hevbeş ji bo darizandina çetayan ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA