YE: Derketina çeteyan ji Lîbyayê şertê vegera îstiqrarê ye

Rayedarekî ewropî got derketina çeteyan ji Lîbyayê û pêkanîna peymana agirbestê di bin çavdêriya navneteweyî de, şertên vegera îstiqrarê û serweriya Lîbyayê ye.

YE: Derketina çeteyan ji Lîbyayê şertê vegera îstiqrarê ye
5 nîsan, 2021   08:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî Ewropayê ji tora El-Erebiye re li Brukselê got derketina hêzên biyanî û çeteyên ji Lîbyayê, şertekî îstiqrara Lîbyayê û seweriya wê ye û diyar kir ku piştî serdana serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel dê gelek rêveberên Ewropayê di demek nêz de bên Lîbyayê.

Yekitiya Ewropayê (YE) teqeziyê bi pêkanîna peymana agirbestê ya di bin çavdêriya NY`yê de li Lîbyayê û piştgiriya hikumeta bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîba, dike.

Charles Michel bi El-Debîba re civiya, her wiha tevî serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla El-Menqûş re dan û standin pêk anîn.

(cx)