Dergûş… çandeke kevnar ku ber bi tunebûnê ve diçe

Ji zarokatiya xwe ve ji bavê xwe fêrî çêkirina dergûşan bû, tiliyekî wî ji ber behreya wî qut bû, lê tevî vê yekê jî dergûşên cihêreng çêkirin.

Dergûş… çandeke kevnar ku ber bi tunebûnê ve diçe
5 nîsan, 2021   08:12
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Bi pêşketina hunerê re gelek cureyên dergûşan (landik) hatin çêkirin û gelek dergûşên ji plastîk û madenên cuda hatine çêkirin, lê belê dergûşên ji darê heta niha jî xwedî taybetmendî û nirxeke cuda ye û hîna jî gelek kes bi kar tînin.

Feydullah Mihemed ê 50 salî ji şêniyên Dêrikê ye û pîşeya çêkirina dergûşan dike. Feydullah Mihemed ev pîşe di zarokatiyê de ji bavê xwe girtiye. Mihemed ev pîşe jî bi xwe re mezin kir da ku fêrî zarokên xwe jî bike. Feydullah Mihemed li Dêrikê yekane kes e ku dergûşan çêdike.

Mihemed ev 40 sal e bê westan vê pîşeyê dike, ji ber ku pir ji karê xwe hez dike, bi salan e vî karê xwe dike û hîna jî berdewam dike. Mihemed bi malbata "Mele Dergûş" tê naskirin, ji ber ku gelek nifşên ji malbatê ev pîşe girtine û di nav gel de bi vê pîşeyê hatin naskirin.

Mihemed ji saetên sibê ve berê xwe dide dikana xwe ku roja xwe bi çêkirin û sererastkirina dergûşan ve biborîne.

Çêkirina dergûşê ger madeyên pêwîst peyda bibin, rojekê dewam dike, ji ber ku hin made ji ber bilindbûna nirxan li bazarê qut dibe û kehrebe qut dibe, di encamê de dergûş dereng dimîne heta ku çêbe.

/kr/uploads/files/2021/04/05/081329_-1.webp

Feydullah Mihemed diyar kir ku wî dev ji xwendinê berda, paşê ev pîşe ji bavê xwe girt û bi hezkirin berdewam kir. Mihemed pîşeya xwe bi pêş xist û kel û pelên malan ji deriyên text, textên xewê, mase û kursiyên ji text çêkirin.

Mihemed girîngî da dergûşê ku pêwîstiya gelek malbatan pê heye. Mihemed li gorî daxwazê pîvanên cuda yên dergûşan çêdike û di çêkirina wan de, gelek cureyên text bi kar tîne û li gorî kalîteyê difiroşe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uc2uq2vt38g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>