Komîteya Azadiya Rêbertî encama pêngava xwe eşkere kir

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama pêngava ku beriya hefteyekê dabû destpêkirin, eşkere kir. Komîteyê 25 hezar û 821 name ji CPT'ê re şandin.

Komîteya Azadiya Rêbertî encama pêngava xwe eşkere kir
5 nîsan, 2021   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 27’ê Adarê de pêngavek da destpêkirin, tê de bang li  Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku li hember tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan erka xwe bi cih bîne.

Pêngav, peyameke E-Mailê bû ku Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kiribû û ji CPT'ê re şandibû.

Di peyamê de hate gotin ku divê CPT 'ê erka xwe bi cih bîne, serdana Îmraliyê bike, zextê li dewleta Tirk bike da ku bihêla parêzer û malbata rêber Ocalan serdana wî bikin.

Komîteyê duh êvarê piştî şandina 25 hezar û 821 E-Mailan ji CPT re bidawîbûna pêngavê ragihand. Komîteyê di dawiyê de hêvî kir ku CPT'ê  vîna wan kesên beşdarî pêngavê bûne di ber çavan re derbas bike, da ku kedê xwe xurt bike û bihêla parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan serdana wî bikin û ji rewşa wî ya tenduristî misoger bibin.

Komîteyê encama pêngavê bi rêya peyamekê ragihand.

Di peyamên de wiha hate gotin:

"Ji CPT'ê  re:

Ji 27’ê Nîsana 2020’an de tu agahî li ser rewşa birêz Abdullah Ocalan ku di girtîgeha Îmraliyê ya dewleta Tirk de ye, bi dest neketine. Di heman demê de tevahî agahî û rêbazên peywendiya bi birêz Ocalan re hatin qutkirin. Di 14’ê Adara 2021’an de hin rûpel û malperên dewleta Tirk idîa belav kirin ku Ocalan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye.

Van idîayan metirsî li ser jiyana birêz Ocalan çêkirin. Ji wê demê ve desthilatên Tirkiyê tu gavên cidî ji bo zelalkirina van idîayan neavêtine û bersiva xwestekên malbat û parêzerên wî yên serdanê jî nadin.

Ji bo aramkirina metirsiyên têkildarî rewşa birêz Ocalan û ji ber ku hêz û karîna CPT a çareserkirian vê pirsgirêkê heye, em bang li we dikin ku gavan bavêjin, nûnerên ji CPT'ê bişînin Îmraliyê û tevî parêzerên Ocalan û malbata wî ji bo serlêdana li Îmraliyê, da rewşa tenduristî ya birêz Ocalan zelal bikin.

Bi hêviya qebûlkirina rêzdariya me."

(fr)

ANHA