Li Bakurê Kurdistanê zextên li ser jinan dewam dikin

Li Amedê polîsan bi ser Komeleya Jinan a “Rosa” û gelek cihên din de girtin. Di serdegirtinan de hejmarek jin hatin binçavkirin.

Li Bakurê Kurdistanê zextên li ser jinan dewam dikin
5 nîsan, 2021   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser Komeleya Jinan a Rosa û gelek cihên din de girtin. Piştî serdegirtinê di komaleyê de lêgerîn hîn didome.

Di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez û Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Komaleya Rosa li ser hesaba xwe ya Twîttirê ev peyam da: “Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em li vir in em ê li vir bin."

Piştî girtina gelek saziyên jinan, Komeleya Jinan a Rosa di 29`ê Kanûna 2018`an de hate vekirin.

Li aliyekî din, nûçegihana Jinnews’ê Berîtan Canozer di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê Canozer birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Hinceta binçavkirina Canozer ne hat zanîn.

(cx)