Welatiyên Lubnanê di navbera binpêkirin û çavnebariya bazirganan de ne

Aloziya aboriya Lubnanê ku bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan kiriye, didome. Binketina lîreyê Lubnanê û bilindbûna nirxên kel û pelan, barê welatiyan her ku diçe girantir dike.

Welatiyên Lubnanê di navbera binpêkirin û çavnebariya bazirganan de ne
5 nîsan, 2021   04:17
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Rojek derbas nabe bêyî ku li ser toreyên tevna civakî dîmenên ku welatiyên Lubnanê berê xwe didin dikanên madeyên erzan, belav nabe.

Ev dîmen ê beriya hefteyekê ne ku gel bi awayekî zêde berê xwe didin madeyên erzan ji ber ku buhayê wan kêmekê erzantir e û ev yek li gorî dolar di sûka reş de tê guhertin.

Dolar li banka navendî bi 3 hezar û 900 lîreyî ye, lê di sûka reş de nêzî 12 hezarî ye.

Lê desteka banka navendî her wiha destekdayîna anîna sotemeniyê, derman û genim di çarçoveya aloziya aborî de, hişt ku yedekbûna pereyên biyanî li gel banka navendî 16 milyar dolar kêm bibe ku beriya salekê 30 milyar dolar bû.

HEQARETA LI WELATIYAN

Sedema ku welatî berê xwe didin kel û pelên erzan, tişta ku pirsgirêkên di dikanan de bi xwe re anî da ku welatî kîsek birinc, zeyt an jî şîr bigirin beriya ku di nava çend deqeyan de xilas bibe.

Xwediyê dikanekê Hîşam Qedûra ji ANHA`yê re wiha got: "Madeyên erzan bi miqdarên kêm têne peydakirin û têra welatiyan nake û ev yek hêrsekê li gel welatiyan çêdike."

Hîşam Qedûra wiha domand: "Miqdarên kêm ji madeyên erzan digihêjin me. Bi lez û bez xilas dibin. Dema welatî dibihîzin ku madeyên erzan hatine, yekser berê xwe didin wan û dikirin. Em hîs dikin ku heqaretek ji welatiyan re heye. Ev ne şêwazê rast e ku destekê bidin gelê Lubnanê û alîkariya wî bikin."

Welatiya bi navê Heyfa El-Şamî ji ANHA`yê re ev tişt got: "Welatî nikarin madeyan biha bikirin. Heger tê peydakirin jî welatî bi awayekî zêde berê xwe didin wan."

Heyfa wiha domand: "Meha Remezanê nêz bûye. Di hemû rewşan de buhayên madeyan pir bilind in. Dê buha îsal di çarçoveya rewşa aboriya li welêt de çawa bin?"

Li Lubnanê rêjeya xizaniyê di sala 2020`an de ji sedî 55 zêde bûye. Rêjeya kesên ku xizaniyeke zêde dikêşin, ji sedî 8’an bûye ji sedî 23. Ev yek li gorî rapora Komîteya NY’yê ye (ESCWA).

KEYSBAZIYA BAZIRGANAN

Gerîndeyê giştî yê Wezareta Aboriyê Mihemed Ebû Heyder jî wiha axivî: "Nirxê destekdayîna mehane ji para xwarinê re 200 milyon dolar bû, lê di demên dawîn de bû 80 milyon dolar."

Ebû Heyder diyar kir ku ketina nirxê lîreyê Lubnanê li beramberî dolar, sedema bilindbûna buhayên madeyên xwarinê ye, ji ber zêdetirî ji sedî 80 ji xwarina Lubnanê ji derve tê.

Ebû Heyder wiha domand: "Di çarçoveya vê yekê de her wiha derfeta gel ku nikarin pêwîstiyan bikirin, kêm bû ku berê xwe bidin madeyên erzan û ev yek bûye tiştekî xwezayî."

Tişta ku dihêle pirsgirêk mezintir bibe ku hin bazirgan madeyên erzan vedişêrin  û piştre bi buhayên giran difiroşin.

ÇARESERIYA DAWÎN

Gerîndeyê giştî yê Wezareta Aboriyê destnîşan kir çareseriya herî baş destekdayîna welatiyan e bi rêya kartên taybet. Têkildarî derfeta pêkanîna vê yekê Ebû Heyder got: "Wezareta Aboriyê planek bi sernavê "Baş bikaraîna destekdayînê" da hikumetê lê biryara wê girêdayî hikumetê ye.”

Ebû Heyder diyar kir ku çareseriya dawîn bi aramiya siyaseta li welêt û avakirina hikumetê ye.

Ji ber nakokiyên siyasî Lubnan nikare hikumeta xwe li şûna hikumeta bi serokatiya Hesan Diyab ku di 10`ê Tebaxa 2020`an de ji ber teqîna li bendera Lubnanê îstîfa kir, ava bike.

KRÎZA ABORÎ Û XWEPÊŞANDANÊN ŞERMOK

Tevî krîza aborî ya li welat jî, lê xwepêşandanên li Lubnanê ne wekî berê ne. Krîz li Lubnanê ji dawiya 2019`an ve kûrtir dibe û wekî aloziya herî xirab a ji dema şerê navxweyî yê sala 1990`î ye ku hilweşandineke aboriyê ya mezin bi xwe re anî.

Ji sala 2020`an ve hikumeta Lubnanê bi rêya koliyên madeyên xwarinê piştgiriyê dide welatiyan ku ji madeyên wekî zeyt, şîr, goşt, masî û xwarinên din pêk tê.

Li gorî Şîrketa Agahiyan a Navneteweyî lîreyê Lubnanê di Kanûna 2019`an de li hemberî dolar dest bi daketinê kir. Piştî ku di dirêjahiya 20 salan de her dolarek li hemberî hezar û 515 lîreyan bû, di 2019`an de nirxê her dolarekî bû 2 hezar lîreyên Lubnanê.

Daketina nirxê pereyên Lubnanê dewam kir û di Adarê de li hember dolar gihaşt 15 hezarî, piştre bû 11 hezar û 500 lîre.

(bx)

ANHA