Şervanên YPJ`ê: Yekîneyên me ji bo rizgarkirina jinan hatin avakirin

YPJ'ê li hember rêxistin û komên çete yên herî xeter sekinî û li dijî wan şer kir. Bi vê yekê berxwedana wê li tevahî cîhanê deng veda. Şervanên YPJ'ê gotin, yekîneyên wan ji bo rizgarkirina jinan hatine avakirin.

Şervanên YPJ`ê: Yekîneyên me ji bo rizgarkirina jinan hatin avakirin
4 nîsan, 2021   06:30
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHAMAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4`ê Nîsana 2013`an de piştî lidarxistina konferansa yekemîn û avakirina yekemîn tabûra bi navê Şehîd Rûken li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, hat ragihandin. Paşê tabûra Şehîd Edalet li bajarê Qamişlo û tabûra Şehîd Dicle li Kobanê hatin avakirin.

Di nava van salan de YPJ`ê berxwedaniyeke lehengî li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê, artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên din ku hewl dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin, nîşand dan.

Li gorî rewşa şer û êrişên li ser herêmê YPJ`ê bi serkêşiya jina Kurd xwe di hemû bajaran de bi rêxistin kir, paşê jinên ciwan ji pêkhateyên din bi taybet jinên Ereb tev li nava refên YPJ`ê, bûn.

YPJ`ê li ser esasê fikirê rêber Abdullah Ocalan hate damezirandin û şervanên wê tev li hemû şer û pêngavên rizgarkirinê bûn.

Yekemîn şervana YPJ`ê ya bi navê Silava di 29`ê Gulana 2013`an de di bersivdayîna êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de şehîd bû. Her wiha bi hezaran şervanên YPJ'ê canê xwe di rêya parastina xaka xwe de dan. Ji wan mîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê û gelek şervanên din berxwedanên efsanewî raber kirin û çalakiyên fedayî pêk anîn.

Bi boneya salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ`ê, ANHA`yê hevdîtin bi şervanên Ereb û Kurd re pêk anî.

'YPJ`Ê HÊZA PARASTINA JIN E'

Şervana bi navê Nûcan Xabûr ku di destpêka 2013`an tev li nava YPJ`ê bû wiha got: "Me damezirandina YPJ`ê di roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan de ragihand. Ew roj roja vejandina mirovahî û jiyana azad e. Yekîneyên me hatin avakirin da ku bibin hêza parastina jin."

Nûcan Xabûr wiha domand: "Rêbertî kedek ji bo jinûve avakirina kesayeta jina azad û serbixwe da û ji bo em vê kedê biparêzin divê em parstina mîrasa têkoşîna jin û pêşxistina wê bikin û ev yek jî têkoşîna bê westandin dixwaze."

Nûcan Xabûr, şehîd Bêrîvan û şehîd Silava ku ji damezrînerên YPJ`ê ne bi bîr anîn û got ku her du şehîdan mohreke mezin di xurtkirina çanda berxwedanê de hiştin.

Nûcan Xabûr destnîşan kir ku jinên ji pêkhateyên Ereb, Tirkmen û Kurd ku tev li YPJ`ê dibin navê Bêrîvan û Silava radikin, ev yek mîrata dîrokî ya têkoşerên pêşenge û ew deyndarê berdêlên wan in.

Nûcan Xabûr got, tişta dihêle YPJ`ê ji hêzên din cûdatir be ew e ku ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin û weke tabloyeke mûzaîke bi nav kir û wiha got: "YPJ'ê jin ji koletiyê rizgar kir, dijmin di asta yekemîn de jinê dike hedef ji ber rola wê ya pêşeng û têkoşîna wê li hember çete û dagirkeran."

Nûcan Xabûr di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hêvî û xwestekên wan azadiya jinê, pêkanîna edalet û wekhevî û peydakirina ewlehî û aştiyê ye û diyar kir ku ji ber wê jî dê xebatên xwe di nava hêzên leşkerî de zêde bikin û armancên şehîdan pêk bînin.

'ŞERVANAN JIN BI LEHENGÎ LI HEMBERÎ ÇETEYAN ŞER KIR'

Bi rizgarkirina gelek herêm û gundewaran Ereban re, bi dehan jinên ciwan ji pêkhateyên Ereb tev li YPJ`ê bû da ku xak û gelê xwe biparêzin. Ji wan Eylem Minbic ku di destpêka 2017`an de tev li YPJ`ê bûye.

Eylem Minbic behsa tevlîbûna xwe kir û wiha axivî: "Li Minbicê em ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî zilm, tundî û binpêkirinê dihatin. Dema YPJ-YPG`ê û QSD`ê derbasî herêmên me bûn, me dît ku çawa bi hêmû hêza xwe li dijî çeteyan şer dike. Ji ber wê jî ez tevlî bûm."

Eylem Minbic diyar kir ku armanca wê ya tevlîbûnê rizgarkirina jinê ye, ku rola wê di civak, saziyên leşkerî û sivîl de hebe û şervana ku li hember çi dijminî biparêze.

Eylem Minbic diyar kir ku YPJ`ê ne tenê ji bo jina  Kurd e lê belê ji hemû pêkhateyên ku cihê xwe di nava wê de dibînin û ji ber wê jî jinên ji hemû pêkhateyan dikarin tevlî bibin û rola xwe di navde bilîzin.

Eylem Minbic pirtûk û pareznaemyên rêber Abdullah Ocalan der barê jin û azadiya wê xwendine, pê bandor bûye. Têkildarî mijarê Eylem wiha anî zimand: "Fikirên rêbertî ji aliyê bandora wî di jiyana kesayetî de û çûyîna wî ber bi azadiyê ve, cûda ye."

Eylem Minbic di dawiyê de bang li jinan kir ku li hember êrişên dagirkeran bisekinin û ji bo azadiya xwe bi hevre bisekinin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VoixTRwwM2M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>