Panorama hefteyê: Şerta Ewropa guhartina rêbaza Şamê ye û guman ji vekişîna çeteyan ji Lîbyayê hene

YE’yê da zanîn ku beriya ku ceza li ser hikumeta Şamê rabin, merc e ku ew reftarên xwe yên hundirîn û derve biguhere, her wiha hîna guman li ser vekişîna çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji Lîbyayê hene.

Panorama hefteyê: Şerta Ewropa guhartina rêbaza Şamê ye û guman ji vekişîna çeteyan ji Lîbyayê hene
4 nîsan, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa siyasetên ewropayê li hember hikumeta Şamê û vekişîna çeteyên sûrî ji Lîbyayê kir.

'AVAKIRINA SÛRIYÊ GIRÊDAYÎ GUHERTINA ŞÊWAZÊ REJÎMÊ YE'

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Komîserê bilind ê kar û barên derve û ewlehiyê di YE`yê de Josep Borrell diyar kir ku beriya behsa lidarxistina kongreya avakirina Sûriyê û rakirina cezayan bê kirin, pêwîst e şêwazê rejîma Sûriyê di aliyên hundirîn û derve bê guhertin.

Sûriye carek din bi du bûyeran vegeriya sere lîsteya ajandeyên navneteweyî: ya yekmîn serokatiya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî re ya duh li New Yorkê hatibû lidarxistin, da ku mijara alîkariyên mirovî bi rêya sînor û bi nêzîkbûna bidawîbûna biryara 11`ê Tîrmehê re bikeve rojevê. Ya duyemîn jî wê duh û îro kongreyek ji bo kesên alîkariyan didin li Brukselê tê lidarxistin. Borrell got bi rêya kongreyê hewl didin piştgiriya xurt pêşkêş bikin da ku li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî (2254) bighêjin çareseriyeke siyasî û mayîna Sûriyê di destpêka ajindeyên navneteweyî de, misoger bikin.

Armanc ji kongreyê ew e ku zêdetirî 10 milyar dolar ji gelê Sûriyê yên li hundir û welatên cîran re peyda bibe. Borrell diyar kir ku YE`yê ji destpêka aloziya Sûriyê ji beriya 10 salan ve 25 milyar euro pêşkêş kiriye.

 

WÊ KÎ BI HEZARAN ÇETEYÊN BIYANÎ NEÇARÎ DERKETINA LI LÎBYA BIKE?

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb besa dosyaya çeteyan kir û got: “Têkildarî pêşniyara avakirina mekanîzmeyeke çavdêriyê ya bi çavdêriya NY`yî ji bo agirbestê û şopandina vekişîna çeteyên biyanî ji Lîbyayê ku wê ji 5 endamên navneteweyî û 10 kesayetên ji Lîbyayê pêk bê, helwestên çavdêr û dîplomatên rojavayî bi xwe re guman li ser wê yekê anîn. Nexasim ku hejmara wan kêm e.

Tevî giraniya vê peywirê jî, lê hin derdor hêvî dikin ku bi xwe re çareserieyek rastîn bîne û bihêle ku çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Lê belê dîplomatan ev pirs kir: ev hejmara biçûk a çavdêran dê çawa karibe çavdêriya rawestandina kiryarên dijminahiyê û derketina nêzî 20 çeteyan bike?

Tevî ku xwesteka gelê Lîbya ya derxistina çeteyên biyanî ji welatê wan di ber çav re tê girtin jî, lê metirsî hene ku ev mekanîzma tenê “sembolîk” bimîne, nexasim ku hin alî hene dixwazin wê asteng bikin. Dîplomatekî rojavayî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji çapemeniya Fransayê re wiha got: “Gelo dê dewriyeyan bimeşînin, an dê nivîsgehekê vekin?”

Di çend salên borî de gelek hêzên biyanî li Lîbyayê bi cih bûn, hinek çeteyên ji şîrketa ‘Wagner’ ya rûsî ya taybet in, hin çeteyên ji Sûriyê ne ku dewleta Tirk ew şandine Lîbya lê dest bi derketinê kirine, her wiha komên çekdar ên ji Tşad û Sûdanê ku Nîjerya naxweze ew li herêmê bi cih bibin û leşkerên Tirk, hene.”

 ‘AMERÎKA: EM GIRÊDAYÎ EWLEHIYA HEVKARÊN XWE NE’

Rojnameya El-Beyan jî behsa piştgiriya Amerîkayê ji hevkarên xwe re kir û got: “DYA duh careke din li ser zimanê alîkarê demkî yê wezîrê karên derve Joey Hood teqez kir ku Wezareta Parastinê (Pentegon) û serok Jeo Biden têkildarî kêmkirina hejmara hêzên xwe li Kendavê an jî vekişandina alavan, tu biryar nedane û got Amerîka hîna pabendî ewlehiya herêmê ye.

Rayedarê Amerîkî ji El-Erebiye re ragihand ku hêzên Amerîkayê dê di demek nêz de ji nû ve bi cih bibin. Joey Hood wiha dewam kir: “Hevalbendiyên me wê bimînin, em dernakevin. Pabendiya me bi ewlehî û îstiqrara hevkarên me li seranserê Rojhilata Navîn nayê guhertin û dê qet neyê guhertin.”

ANHA