​​​​​​​Li herêmên hikûmeta Şamê krîza sotemeniyê zêdetir dibe

Welatiyên li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de êdî fêrî dîtina kombûna li pêşiya firinn û stasyonên sotemeniyê bûne. Lê ev kombûn gihaştiye kolanan û şênî bi hêviya wesayîtekê ne ku wan bigihîne cihê karê wan. Ji ber Şama ku tevgera wê zêde bûye bi mezinbûna aloziya sotemeniyê re kolanên wê vala bûne.

​​​​​​​Li herêmên hikûmeta Şamê krîza sotemeniyê zêdetir dibe
4 nîsan, 2021   02:52
ŞAM – NESRÎN XELÎL

Gelên Sûriyê yên li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de demsala zivistanê bê sotemenî û kehrebe qedandin û sermaya zêde tehemul kirin. Bi hatina buharê re bi hêvî ne ku sotemenî were peydakirin, piştî ku hikûmetê hincet dikir ku ew hewl didin sotemeniya germbûnê peyda bikin û tevî wê jî tu pêngavên rastîn li ser erdê tune bûn. Lê belê ev hêvî bi bilindûna krîza sotemeniyê re winda bû.

Aloziya sotemeniyê aloziyeke din ava kir û ew jî aloziya veguhestinê ye. Ev yek piştî biryara wezareta petrolê ya hikûmeta Şamê bi daxistina para stasyonên sotemeniyê ji mazot û benzînê di meha borî de bi hinceta ku sotemenî nayê peydakirin û miqdarê li gel wê mayî kêm dike, pêk hat.

Di encama vê biryarê de meclisên şaredariyên hikûmeta Şamê dest bi kêmkirina miqdarê dagirtina sotemeniyê ji bo erebeyên giştî û taybet, kir. Erebeyên taybet (Sihayî di nêrîna hikûmetê de) her 7 rojan 20 lître sotemenî digire. Erebeyên giştî her 4 rojan 20 lître digire û heman miqdar ji erebeyên ku li ser xetên di navbera Sûriyê, Lubnan û Urdunê de dixebitin jî derbasdar e.

Miqdarê mazotê ya ji bo basên giştî hat rawestandin, tenê basên şîrketên giştî yên veguhastina hundirîn dixebitin.

Hikûmeta Şamê di demên berê de bi bihaneya cezayên Amerîka û Ewropa ku li ser hatiye ferzkirin sedema nepeydakirina sotemeniyê ji gelê Sûriyê re îzahet dikir. Lê vê carê nepeydakirina sotemeniyê rêgirtina keştiya Evergiven a Kanala Suezê ve girê da.

Têkildarî mijarê aborînasê li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de ku ji ber sedemên ewlehî navê xwe eşkere nekir got, çavkaniyên Sûriyê yên petrolê gelek in, her wiha zeviyên petrol yên ku nehatine eşkerekirin û Rûsya "Hevalbenda" hikûmetê lê digere, hene.

Aborînas diyar kir ku Rûsya di çarçoveya lihevkirinên bi hikumeta Şamê re li ser fînansekirina dewlemendiyên Sûriyê de li petrolê digire, da ku bikeve xizmetên Rûsya.

Di demên dawîn de di navbera Rûsya û Îranê de ku her du hevalbendên hikûmeta Şamê ne û têkildarî serweriya li ser zevıyên petrolê şer derket. Ji havîna borî de hêzên Rûsya zeviyên El-Teyim û El-Werd ên Dêrazorê xistine bin serweriya xwe. Komên Îranê jî zeviyên El-Hîsan û El-Hemar ên gundewarên Bûkemal ji dema ku çeteyên DAIŞ`ê di 2017`an de hatine derxistin, xistiye bin serweriya xwe.

Li gorî serjimariya hikûmeta Şamê ku zeviya El-Teyim rojane 2 hezar û 500 bermîl derdixe û berhemên zeviyên Dêrazorê yên di bin serweriya hikûmeta Şamê û hevalbendên wê de, rojane 4 hezar û 600 bermîl dide.

Aborînas wiha domand: "Ji ber vê yekê nakokiyên mezin ji welatekî ku bi xêr û bêran dewlemend e, çêdibin. Lê di heman demê de pêwîstiyên jiyanê lê tune ye. Bi rastî ev welat bi rêya du dagirkeran ku xwe weke hevalbend nîşan didin hate talankirin."   

Aborînas diyar kir ku hikûmeta Şamê her tim bihaneyê bi ceza û dorpêça li ser hatiye ferzkirin, digire û bi wê re jî dibêje pêdiviyên jiyanê ji welatiyan re ji ber vê yekê nayên peydakirin û wiha domand: "Çima ceza li ser erebeyên biha û telefonên nûjen ên bi zarokên berpirsan re nayên ferzkirin?"

Di encama biryarên hikûmeta Şamê de aloziyeke mezin li ser rêyan çêbû. Basên veguhastinê (Basên veguhestina hundirîn) têra hemû herêman nake. Erebeyên kirê nikarin tev bigerin û heger tev geriyan jî kirêya wan dê pir bilind be ku dighêje nêzî 8 hezar lîreyên Sûrî û xebatkar 50 hezarî digirin.

Aloziya veguhastinê bandorê li welatiyan dike çi xebatkarên hikûmetê bin çi xebatkarên di saziyên taybet de bin. Xebatkar ji ber bihabûnê nikarin kirêyên veguhastinê bidin. Bi wê re neçar dimînin ku neçin kar an jî bi peyatî biçin ser karê xwe û zêdetirî saetekê dirêj dike.

Girêdayî mijarê welatiyê (T.E) peyamek ji berpirsên hikûmeta Şamê re şand û wiha got: "Erebeyên ji cûreyên heman salê ne û ji aliyê dijminê we weke Amrîka hatine çêkirin zarokên we li kolanên diajon û welatî jî bi saetan li ser rêyan in. Ji ber ku sotemenî û wesayîtên veguhastinê tune ne. "

Bi zêdebûna krîza veguhestinê re li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de deng bilind dibin û banga kêmkirina saetên xebatê dikin da ku welatî karibin di dema xwe de biginhêjin cihê karê xwe bêyî ku ceza li wan werin birîn û pere ji mûçeyên wan werin kêmkirin.

Her wiha welatiya (H.N) jî wiha axivî: "Hêsan e ku hikûmeta Şamê biryara kêmkirina parên mazotê ji wesayîtên veguhestinê re bide,  lê zehmet e ku biryara rêxistinkirina dema xebatên giştî bide. Ji ber wesayîtên veguhestinê naxebitin û ji ber wê jî dê bibin sedem ku ceza li gelek xebatkarên ku nikarin bigihêjin cihên karên xwe werin ferzkirin. Ji ber tu biryarên fermî ku saetên kar werin kêmkirin tune ne. Gerînendeyên saziyan nikarin biryarên erênî ji xwe ve bistînin û li hêviya fermanên wezîran in."

Demsal bi dawî dibin û aloziyên Sûrî bi dawî nabin. Yê bazirganî kir, tenê xizmeta berîka xwe kir. wezîr û berpirs jî tenê xizmeta desthilatan dikin. Welatî winda bû û nikare ji kar xwe jî bimîne û nikare biçe kar jî. Tu rêbazên ku bihêle welatî bijîn neman.

(bx) 

ANHA