Artêşa dagirker gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê yê li nêzî rêya M4 topbaran dike.

Artêşa dagirker gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran dike
3 nîsan, 2021   11:50
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, gundê Gozeliyê yê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ku nêzî rêya M4 e, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, hêzên dagirker gund bi çekên giran topbaran dike.

Her wiha li gorî çavkaniyên leşkerî ji ber topbaranê zirarên madî çêbûne, lê tu agahî der barê windahiyan de nehatine bidestxistin.

(şx)

ANHA