Meclisa Jinan a PYD`ê: YPJ bû semboleke cîhanî ya berxwedanê

Meclisa Jinan a PYD`ê salvegera 8`an a damezirandina YPJ`ê pîroz kir û got “YPJ veguheriye semboleke cîhanî ya berxwedan û têkoşînê.”

Meclisa Jinan a PYD`ê: YPJ bû semboleke cîhanî ya berxwedanê
3 nîsan, 2021   10:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisê Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 8`an a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Ev yekîne bû sembola berxwedan û şoreşê û tevahiya pîvanên ramanê li Rojhilata Navîn û cîhanê guherandin. Nasnameya jina têkoşer ava kir da ku xwe, azadiya xwe û rûmeta xwe biparêze. Têkoşîna jinan bi damezirandina YPJ`ê re derbasî qonaxeke nû bû, ne tenê li ser asta jinên Kurd, lê belê li ser asta têkoşîna jinan li cîhanê, bi taybet jinên Sûriyê ku ji ber zilm, zorê û koletiyê ji aliyê zîhniyeta mêran ve gelek azar kişandine.”

Meclisê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: "Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re jinên Kurd, beşdarî têkoşîna şoreşgerî û azadîxwaz bûn û fedakarî kirin. Bi avakirina yekîneyên xwe re, di pêşengiya şoreşa li dijî zîhniyeta deshilatdar de rola xwe ya li dijî zîhniyeta zordest, teror û hêzên xirab lîst ku destwerdana herêmê bi giştî kirine. YPJ`ê li ser astên leşkerî û fikrî serkeftinên mezin bi dest xistin û serkeftina wan a li dijî rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst li hemû cîhanê bû mînak û li akademîyên fikirî yên navneteweyî û ji gelek roman û fîlman re bû jêder, nexasim berxwedanên Kobanê, Reqa û Efrînê. "

Meclisê piştrast kir ku YPJ`ê bi rêya serkeftina mezin ku çavkaniya fikrê tarî li Baxozê tune kir, li cîhanê bû sembola têkoşîn û berxwedanê. Meclisê serkeftinên mezin ên ku YPJ`ê li şehîd Rêvan, Arîn, Barîn, Avesta û li hemû jinên têkoşer pîroz kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kir: "Ne tesaduf e ku roja 4 'ê Nîsanê roja damezirandina Yekîneyên Parastina Jin e ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan damezirînerê felsefeya 'jiyana azad a bi pêşengiya jinên azad' e. Destkeftiyên ku YPJ`ê bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine û fedakariyên ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû qadên têkoşînê pêşkêş kirine, bû tîrêja hêviyê ji bo geşbûn û geşkirina têkoşîna wê ber bi azadiyê ve li Sûriyê û cîhanê bi giştî.”

Di dawiyê de meclisê salvegera 8`an a damezirandina YPJ’ê û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li hemû şervanan pîroz kir û destnîşan kir ku ew dê şopdarên şehîdan bin heta ku hêviyên wan ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad pêk werin.

(şx)

ANHA