Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê

Di vê dawiyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel belavûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê li cîhanê û bangewaziyên girtina tedbîrên xweparastinê, hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) zêde bûye.

Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
Li Kobanê hişyariyên belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê
3 nîsan, 2021   07:25
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Li herêma Firatê di çend hefteyên dawîn de hejmara pêketiyên vîrusa koronayê û kesên ji ber jiyana xwe ji dest didin, zêde bûye.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Navenda Karantîneyê ya Kobanê Ehmed Ewnî Bozan got: “Rêjeya pêketiyên vîrusê di Kanûnê de kêm bûbû û pê re hejmara miriyan jî kêm bûbû. Lê ji derdora du hefteyan ve dîsa hejmara pêketiyên vîrusê û kesên ji ber jiyana xwe ji dest didin, zêde bû.”

Ewnî destnîşan kir ku wan di vê hefteyê de test ji 147 kesan re çêkiriye. Jê 17 bi vîrusê ketibûn û 103 jî rewşa wan baş bû. Ewnî piştrast kir ku ev pêngav gelek xetere ye û xweparastin pêwîst dike.

Her wiha Ewnî hêvî kir ku şênî xwe biparêzin û wiha berdewam kir: “Rêjeya pêketina vîrusê zêde dibe. ev pêvajoya sêyemîn a herî xetere ye. Divê em baldar bin, netirsin, guh nedin îdiayan û ji cihên qerebalix dûr bikevin.”

Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê Ewnî bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku qedexeya beşî yan a giştî ferz bike. Ewnî xuya kir ku kermandên karantîneyê û navendên tenduristiyê de yên herêma Firatê ji bo parastina tenduristiya şêniyan amade ne.

Ewnî di dawiyê de got: “Ji bo peydakirina pêdiviyên nexweşan em bê navber kar dikin. Ji bo peydakirina dermanan de em gelek zehmetiyan dikişînin.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa di 16`ê Adarê de ji ANHA`yê re axivî bû û piştrast kiribû ku heke hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê zêde bibe ne dûr e ku qedexeya giştî yan jî beşî were ferzkirin.

BANGEWAZIYÊN XWEPARASTINA JI VÎRUSÊ

Şêniya bi navê Gulistan Hesen a ji Kobanê bang li şêniyan hemû kir ku ji cihên qerebalix dûr kevin, xwe û malbata xwe ji vîrusê biparêzin. Her wiha destnîşan kir ku divê maskan bikar bînin û girtekên qedexeya derketina derve pêk bînin.

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Şêrîn Qasim Hiso got: “Divê em xwe, zarokan xwe biparêzin, neçin cihên qerebalix, maskan bi kar bînin, girtekên xweparastinê ji vîrusê pêk bînin. Ji bo rêgirtina li pêşiya vîrusê Şêrîn banga ferzkirina qedexeya derketinê ya giştî kir.”

Ji çend mehan ve, hemû dewletên cîhanê hewl didin aşleyekê çêkin. Di heman demê de virus bi lez belav dibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, bi derfetên xwe li hemberî vîrusê li ber xwe dide, ruxmî bangewaziyên Desteya Tenduristiyê lê heta niha nikarî aşleyê bi dest bixe.

li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hejmara pêketiyên vîrusa koronayê heta 1`ê Nîsana 2021`an gihaşt 10 hezar û 179 nexweşan jê 382 nexweş jiyana xwe ji dest dane û hezar û 318 nexweş jî baş bûne.

(şx)

ANHA