​​​​​​​Şaredariyeke din a Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan

Şaredariya Rende ya Cosenza ya bi ser herêma Calabrîa ya Îtalyayê ve, hemwelatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan.

​​​​​​​Şaredariyeke din a Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan
3 nîsan, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Şaredariyê ya Rendeyê ya bi ser bajarê Cosenza Îtalyayê ev bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan.

Şaredarê Rendeyê Marcello Manna li meclîsa şaredariyê axivî, diyar kir wî dengê xwe daye hemwelatîbûna rûmetê ya rêber Abdullah Ocalan û got:  “Bi vê biryarê me xwest girîngiya mafê mirovan destnîşan bikin. Bi me çalakiyeke hewce ye ku were destnîşankirin li Tirkiyê mafê mirovan tê redkirin.”

Manna diyar kir Ocalan ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têdikoşe û got, “Konfederaliya dmeokratîk ku Rêberê Gelê Kurd pêşniyar kiriye, modêleke alternatîf a civakî ye ku xwe dispêre ser wekheviyê, cihêrengiya etnîk, dîn, çandî û zayendî.”

Endama Komîteya Çandê ya Meclîsa Şaredariyê Marta Petrusewîcz xelata ku Bûroya Aştiyê ya Navnetewî (IPB Îtalya) 2016'an dayî Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Ne tesadûf e ku layiqî vê xelatê hatiye dîtin. Abdullah Oalan ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de bi roleke kilîdê ye, sembola têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.”

Petrusewîcz diyar kir rêber Abdullah Ocalan ji bo ku têkoşîna çekdarî ya ku ji 40 salan zêdetir dom kiriye bîne ser aştiya dadmen û mayinde têkoşîna siyasî die û got, “Ev 222 sal in li girtîgeheke taybet a Tirk a li girava Imraiyê tecrîd li ser tê danîn. Mafê mirovan tê binpêkirin, tim taloke li ser jiyana wî heye, nayê hiştin ku malbat û parêzer wî bibînin.”

Endama Meclîsê Lîsa Sorrentîno jî bi bîr xist ku dewleta Tirk hebûna Kurdan înkar dike, gundê wan dişewitine, bi hezaran Kurd qetil dike û êşkenceyê li wan dike.

Heta niha li Îtalyayê gelek şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane rêber Abdullah Oacalan. Heta niha van şaredariyan hemwelatîbûna rûmetê dane rêber Abdullah Ocalan: Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto