​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e

Dayîkên şehîdên YPJ`ê salvegera 8`emîn a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin pîroz kirin û gotin: “YPJ`ê nasnameya hemû jinan e û êdî li cîhanê bûye nimûneya lehengî û qehremeniyê.”

​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
​​​​​​​Dayîkên şehîdên YPJ`ê: YPJ nasnameya jinan e
3 nîsan, 2021   02:49
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Ji destpêka Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, jinan cihê xwe di hemû qadan de girt, bi taybetî di qadên siyasî û leşkerî de. Her wiha gelek serkeftin û destkeftî bi dest xistin.

Bi saya fedekariyên bêhempa yên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) ku herêm ji êrişên hov ên rêxistinên terorîst parast, li cîhanê deng veda.

YPJ`ê di 4`ê Nîsana 2013`an de hate damezirandin. Bi hezaran jin di oxira parastina jinan û axa herêmê ji çeteyan û rêxistinên ku hewl didin wan tune bikin de, şehîd bûn.

Dayîkên şehîdên YPJ`ê ku ji ANHA`yê re axivîne, salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ`ê pîroz kirin.

Dayîka şehîd Rîhan Gulo , Cîhan Gulo  salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ`ê li rêber Abdullah Ocalan û li şervanên jin ên li eniyên şer, pîroz kir û got: “Şehîd Gulan xetereya li ser welatê xwe nexasim li ser jinan ferq kir, ji lew re rêya têkoşînê hilbijart û heta dawiyê bi ruhê berpirsyariyê welatê xwe parast.”

Şehîd Rîhan Gulo  (Gulan) sala 2013`an tev li YPJ`ê bû û cihê xwe di hemû pêngavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de girt.

Her wiha tev li rizgarkirina jinên Êzidî yên Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê bû û 27`ê Çileya 2018`an di berxwedana li hemberî êrişa dagirkeriya Tirk li ser Efrînê de şehîd bû.

Dayîka şehîd Rîhan, Cîhan Gulo  di dewama axaftina xwe de got: “Rîhan cewhera jinan baş nas dikir. Ji lew re têkoşîn û berxwedana li hemberî êrişên hundirîn û derve domand û li dijî zihniyeta mêran sekinî û hewl da hemû jinan rizgar bike.”

Cîhan teqez kir ku dayîkên şehîdan ji bo bigihêjin azadiyê dê mîna keçên xwe yên şehîd bi vîneke xurt têkoşînê dewam bikin û hemû jinan ji zilmê biparêzin.

Cîhan destnîşan kir ku dema di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de derfet ji bo jinan hat dayîn ku hebûn û îradeya xwe îsbat bikin, jinan di oxira wê yekê de her tiştê xwe yê giranbiha feda kir.

Cîhan di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku hemû herêmên dagirkirî bên rizgarkirin, serkeftin para şervanên YPJ`ê be û xeyalên şehîdan pêk bên û wiha dewam kir: “Dibe ku ez nikaribim çekê rakim, lê bi karê xwe di nava civakê de ez rêya keça xwe dewam dikin.”

`YPJ ÊDÎ BÛYE SEMBOLA LEHENGÎ Û QEHREMENIYÊ`

Dayîka şehîd Zêneb Hesen, Behiye Sebrî jî salvegera 8`emîn a damezirandina YPJ`ê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî li jinên Kurd pîroz kir û got: “Jin tê koşiyan û li ber xwe dan heta ku gihaşt azadiya xwe.”

Şehîd Zêneb Hesen (Can Welat) bi destpêkirina Şoreşa Rojava re tev li YXK`ê bû û sala 2013`an tev li YPJ`ê bû. Her wiha tev li gelek pêngavên li dijî çeteyan li herêmên Cizîr, Firat û Şengalê bû.

Şehîd Zêneb beşdarî şerên “Til Elo, Til Îd, Um Qesayib, Til Hemîs, pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo” bû û di 26`ê Çileya 2016`an de li Şengalê şehîd bû.

Dayîka Behiye Sebrî der barê keça xwe ya şehîd de wiha axivî: “Ez gelek bextexwar im ku keça min tev li YXK`ê bû û li hemberî dijminê ku ol, exlaq, mirovahî û civakê nas nake, li ber xwe da.”

Behiye wiha lê zêde kir: “YPJ`ê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Mînaka wê jî çalakiya fedayî ya şehîd Arîn Mîrkan a di Berxwedana Kobanê de ye. Li Efrînê jî Avesta Xabûr ku heta dawiyê li ber xwe da û xwe radestî dijmin nekir. Di kesayeta wan de dijmin xwest vîna me bişikîne û rûmeta me binpê bike, lê yekîneyên me li hemberî wan bûn mertal.”

Behiye bal kişand ser tunekirina DAIŞ`ê li Rojava û Şengalê ji aliyê keçên Kurd ve û wiha domand: “Wan tola jinên Êzidî û hemû jinên ku bûn qurbaniyên terora DAIŞ`ê, hilda.”

Dayîke Behiye her wiha destnîşan kir ku “YPJ`ê li cîhanê nasnameya jinan temsîl dike û bi taybet nasnameya jinên Kurd, bi saya fedekarî, lehengî û qehremeniya wan dengê jinên Kurd li cîhanê veda.”

Behiya diyar kir ku “piştî ku Can Welat şehîd bû, xwişka wê çeka wê rakir û tev li YPJ`ê bû.”

Behiya di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da û ev peyam da jinên ciwan: “Divê tevahî jinên ciwan, xwe û welatê xwe biparêzin. Ji şehîdan hêzê bigirin. Em ê jî li rex şervanan li ber xwe bidin ji ber ku hêvî û xewnên me hene ku dixwazin pêk bînin. Dijmin hîna tune nebûye, gefan li me dixwe û em di qonaxa berxwedanê de ne.”

`ŞOREŞA ME ŞOREŞA GELAN, JINAN Û ŞEHÎDAN E`

Dayîka şehîd Newroz Mihemed, Mehfûze Cemîl jî wiha got: “Newroz ji ber zilma ku li ser jinan di civakê de dihat meşandin, tev li YPJ`ê bû. Piştî destpêkirina şoreşê, jinan serî hilda û hêzeke xwe ya taybet ava kir.”

Şehîd Newroz Îsamîl Mihemed (Newroz) sala 2012`an tev li YPG`ê bû û piştî damezirandina YPJ`ê tev lê bû û li Tirbespiyê sala 2013`an şehîd bû.

Dayîka Mehfûza Cemîl di dawiyê de got: “Bi rihê fedayî û berpirsyariyeke mezin, gelê me xwedî li şoreşê derket. Keça min yek ji wan kesan bû ku bê dudilî li hemberî çeteyan li ber xwe da. Her kêliyek jiyana xwe tevî hevalên xwe bi têkoşîna şoreşgerî ya pîroz borand. Lewra em dikarin bêjin ku şoreşa me şoreşa gelan, jinan û şehîdan e.“

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uN7_EZdj2nk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>