Narvîn Xebat: Jinan bi felsefeya rêber Apo nefes girt

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Narvîn Xebat: "Bi felsefeya rêber Apo re jinan nefes girt û karî xwe pênase bikin. Kurd mîna zincîrekê bûn yek û di nava kesên ev zincîr çêkir de jinan roleke mezin lîst."

Narvîn Xebat: Jinan bi felsefeya rêber Apo nefes girt
3 nîsan, 2021   00:34
QAMIŞLO-NÛJIYAN ADAR

Rêber Abdullah Ocalan di nava şert û mercên tecrîdê tê girtin û sîstema îşkenceyê lê tê ferzkirin. Li aliyê din dewletên dagirker bi armanca têkbirina destkeftiyên Kurdan êriş û siyasetan dimeşînin. Hêzên navneteweyî û dewletên dagirker hewl didin Kurdan ji fikrên rêber Abdullah Ocalan dûr bixin. Endama Meclisa Jinan a PYD'ê Narvîn Xebat bi boneya nêzîkbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan, pirsên me yên têkildarî rêber Ocalan ji bo Kurdan tê çi wateyê, rastiya jinan û projeya rêber Ocalan ji bo jinan, pêvajoya veguherîna neteweyekê, encamên derketina wî ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn, bersivandin.

Rastî û sedemên derketina rêber Abdullah Ocalan ji Kurdistanê çi ne?

Heke em şert û mercên beriya tevgerê yên li Kurdistanê li ber çavan bigirin, em ê bibînin ku rewş û mercên li Kurdistanê çi qasî giran in. Tecrîda li ser Kurdistanê ji aliyê dewletên faşîst ên dagirker ve giran bû. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê êriş di asta herî bilind de bûn. Li dijî Kurdan tundî, zordarî, qirkirin bi giranî hate kirin. Qirkirina çandî ya li dijî gelê Kurd jî bi şîdetê hate kirin. Ji ber van sedeman şert û mercên derketina Rêbertî ji Kurdistanê girîng in. Gelê Kurd di rewşeke wiha de bû ku nikaribû bigota ez Kurd im. Nikarîbû nasnameya xwe bi dest bianîya. Li hemû parçeyên Kurdistanê ev polîtîkayên cuda lê bi hev ve girêdayî, dimeşandin. Ji van a herî giran jî li Bakurê Kurdistanê hate kirin. Bêguman ev li gorî sîstema desthilatdariya dewletên dagirker û şert û mercên parçeyan hatin guhertin. Li ser Kurdistanê kedxwariyeke berfireh hebû. Komkujiyên mezin dihatin kirin. Konsepta ku hate meşandin, xwedî detayên pir kûr bû. Dema me li Kurdistana Bakurê dinihêrî, ji bilî konseptên li hemû parçeyan tên kirin, şerekî xwîndar dihate kirin. Di nava van şert û mercan de derketina Rêbertî pêk tê.

Di dîrokê de 28 serhildanên Kurdan pêk hatine, hemû ji aliyê dewletên dagirker ve hatine têkbirin. Helbet gelek sedem hene ku ev serhildan bi ser neketin. Bi tesbîtkirina van re, Rêbertî bi kûrahî li sedema serhildanan û ka çawa hatine çewisandin, dinêre. Her wiha dema em li hemû serhildanan dinêrin, dibînin ku bi xiyanetê hatine têkkirin û tasfiyekirin. Rêbertî ji destpêkê ve bi têgihîştin û tespîtkirina vê yekê gav avêt. Li ser bingeha dîrokê û nirxandina şert û mercên wê rojê destnîşan kir û ji nû ve nirxand û serhildanên ji aliyê dewletên desthilatdar û faşîst ve hatin fetisandin, ji nû ve zindî kirin.

Derketina rêber Abdullah Ocalan ji Kurdistanê, çi encam bi xwe re anîn?

Me rastiya ku li Kurdistanê hatiye tecrubekirin û rewşên ku bûne sedem ku Rêbertî derbikeve ser dika dîrokê, nirxandin.  Bi derhatine rêber Apo re li Kurdistanê mirov dikare bibêje ku bi taybetî jî Kurd, mîna zincîrekê dibin yek. Rizgariya xwe di paradîgmaya rêber Apo de dîtin. Serhildanên di salên 1990'î de li Bakurê Kurdistanê derketin holê, bi xurtî hatin pêşwazîkirin. Tespîta Rêbertî ya ‘Me bi çend kesan dest pê kir û niha em gihaştine bi milyonan’ vê yekê îzah dike.

Hûn dikarin guhertinên ku rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê afirandine, bi kurtasî qalê bikin?

Bingeha gelekî, fikir û felsefeya wan e. Dewletên dagirker bi hêsanî mirovekî bêfikir û felsefe bi kar tînin. Di pêvajoya derketina Rêbertî de li Kurdistanê gelek faktor hebûn. Hişmendiya dagirker û paşverû ya herêmî, li Kurdistanê serdest bû. Êrişên tevkujiyê bi rêbazên cuda li dijî Kurdistanê dihatin kirin. Ev yek bû sedem ku ew û gel bikevin bin bandora dewletê. Rêbertî li dijî paşverûtiyên navxweyî û hevkarên herêmî gava xwe ya destpêkê avêt. Ji aliyê zîhnî ve li ser bingeha vejandina rastiya Kurdan bû. Rastiya ‘Kurdên mirî’ guherand ku bi komkujiyan hewl didan tune bikin. Hişmendî û kesayetiya Kurdên azad a ku ji azadiyê bi hêvî bû, afirand û ji bo wê şer kir. Derketine holê ya Rêbertî fikr û felsefeyeke nû bi xwe re anî. Guhertin û veguherîna zîhniyeta 5 hezar salî ya li ser civakê, bi xwe re anî. Ji bo hemû gelan bû îlhameke mezin. Bi taybetî ji bo jinan rê li ber pêşketineke mezin vekir. Rastiya jinan pênase kir, dîlgirtina 5 hezar salî rûxand. Bû pêşeng û rêberiya têkoşîna li ser bingeha azadiya jinê. Çirîska agirê azadiyê bi awayê ku hate nîşandan, hate pêxistin. Heke îro jin di qadên leşkerî, civakî, siyasî û zanistî de cih digirin, ev yek bi paradîgmaya rêber Apo bi pêş ketiye.

Ji qonaxa destpêkê ya Tevgera Azadiyê heta niha rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide têkoşîna jinan û îdeolojiya azadiya jinan. Destkeftiyên têkoşîna azadiya jinan ji bo Kurdistan û cîhanê çi ne?

Di nava artêşekê de artêşeke din tu carî nayê dîtin. Lê dema em li tevgera PKK'ê dinihêrin, di nava artêşê de artêşek ava bû. Piştî daxuyaniya PKK'ê bi demeke kin jinan berê xwe da nava refên PKK'ê. Bi xerakirina statuya ji bo jinan re berê xwe dan azadiyê, têkoşîna azadiyê û çiyayan. Hejmara şoreşgerên jin roj bi roj zêde bû û artêşbûna jinan bi pêş ket. Îro artêşbûna jinan di asta leşkerî, siyasî û civakî de biryarê dide û bi cih tîne û di asteke felsefî û îdeolojîk de bi pêş diket. Dîsa di nava civakê de xwedî gotin e. Tenê li çiyayan bi pêş nedixistin. Hebûna xwe ya li çiyê, li gund û bajaran jî îsbat kir. Qonaxa ku jin tê de bûn, îro di hîmê şoreşa Rojava de diyar dibe. Heke şoreşa Rojava were pênasekirin, rast e ku mirov wek şoreşa jinan bi nav bike.

Bi destpêkirina şoreşê re bi sedan jin tev li şoreşê bûn û pêşengiya şoreşê kir. Ne tenê li ser pîvaneke leşkerî, di nava hemû xebatan de jinan cihê xwe girt. Ev yek bi hewldanên rêber Apo û pêşketina tevgera jinan re pêk hatiye. Li Kurdistanê jî li her parçeyî rêxistinên jinan hatine avakirin û jin bi xebatên cuda pêşengiyê ji şer re dikin. Niha jin têgeha azadiyê wek hebûnê dibînin. Di roja îro de xala têkoşîna azadiya jinan, zîhniyet û saziyên dewletê yên zordar, faşîst pûç dike. Ew desthilatdariya wan serobin dike. Sakîne Cansiz ku pêşengiya rizgariya jinan dikir û her du hevalên wê ji ber tirsa ji birêxistinbûna jinan û felsefeya rêber Apo, li Parîsê hatin qetilkirin. Bi deh hezaran jin li dora Sakîne Cansiz kom bûn û ji bo azadiyê li ber xwe da. Her wiha li Bakurê Kurdistanê Pakîze, Sêvê û Fatma wek hewldana pêşîgirtina li têkoşîna azadiya jinan, hatin qetilkirin. Hevrîn, Zehra û Hebûn, dîsa qetilkirina Seda û Hindê ya dawîn, ji ber ku nikarin tehemûlî mîsyona pêşengiya jinên azad bikin, pêk hat.

Dewleta faşîst jî dizane ku paradîgmaya rêber Apo li her derê belav bûye û gerdûnî bûye. Ji ber ku her kes paradîgmaya rêber Apo wek yekane rêya rizgariyê ji bo xwe dibîne. Bi taybet xwe wek xwediyên vê paradîgmayê dibînin. Bi pêşengiya YPJ'ê dawî li hebûna DAIŞ'ê li Rojava hate anîn. Dîsa dîplomasî, siyaset û civaka nû bi pêşengiya jinan ava bûn. Cîhan niha hewl dide fêm bike ku ev şoreş çawa pêk hatiye û sazkar e û tên Rojava da ku vê pergalê nas bikin.

Bi salan rêber Abdullah Ocalan li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî derket. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama ked û fikrên wî ye. Îro hêzên dagirker û hevkar hewl didin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêber Abdullah Ocalan veqetînin. Hûn van hewldanan çawa dinirxînin?

Ev yek rastiya dewletên dagirker e. Rêbaza jihevxistinê, rêbaza dewletên hegemonîk e. Welat, partî, gelan ji hev diqetînin. Nêzîkatiya wan a îro jî ev e. Ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta dagirker dixwaze bi taybetî rêber Apo û gel û jinan ji hev veqetîne. Heke îro tecrîda giran a li ser rêber Apo dewam dike, ev yek sedemeke vê yekê ya bingehîn e. Dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke Kurdan biafirînin. Dixwazin hebûna jinan a bêyî rêber Apo biafirînin. Lê rêber Apo ji bo me bingehek daniye. Rêya sêyemîn heye. Heke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriyek were xwestin, ev yek dê bi tenê bi rêber Apo re pêk were. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Bakur, Basûr û Rojhilatê Kurdistanê veneqetiyaye. Pêşî Kurdistan kirin çar parçe, niha jî hewl didin parçeyan parçe bikin. Dixwazin rastiya wê xera bikin. Dixwazin hemû destkeftiyan ji holê rakin. Heke heta niha çareseriyeke siyasî bi pêş neketiye, ev yek ji ber vê hişmediya faşîst e. Dixwazin li herêma Rojavayê Kurdistanê ku akademiya rêber Apo ye, jiyana bêyî Rêbertî lê ferz bikin.

Li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîd û îşkenceyeke girankirî heye. Li dijî destkeftiyên Kurdan êrişên berfireh hene. Ji bo têkbirina van êrişan divê çi bê kirin?

Wek jin em ê li dijî esareta rêber Apo û komploya domdar bibin mertal. Cîhan ji bo rêber Apo rabû ser pêyan. Kes bi hevpeyvîna pênc deqeyan a dawiyê razî nîn e. Bi taybetî jin li ber cezayên hikumetê radibin. Pratîkên dewleta faşîst ne meşrû ne. Sala 2021'an dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Rêber Apo jixwe bi fikir û felsefeya xwe azad e. Herî zêde jin ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocalan şer dikin û pêşengiyê dikin. Ji ber ku rêber Apo mîmarê paradîgmaya li ser bingeha azadiya jinan e. Axaftina bi telefonê ya 5 deqeyan, ji bo me jinan talîmatek e. Helwesta rêber Apo ye. Divê em bibin xwedî helwest. Bêhiqûqiyeke pir mezin tê kirin. Îşkence ser îşkenceyê tê kirin. Peyama rêber Apo ya ji bo me, xurtkirina têkoşîna me ye. Peyama xwepêşxistinê ya ji bo jinan e. Peyameke ji bo bilindkirina asta çalakiyan û xurtkirian wan e.

Wek peyama dawîn, dixwazin çi bibêjin?

Rojbûna rêber Apo nêz dibe. Rojbûna gelên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê ye. Jidayikbûna rêber Apo ji nû ve jidayikbûna gerdûnê ye. Em wisa dibînin û dinirxînin. Ji ber ku bûyîna Rêbertî ne jidayikbûna kes, eşîr an jî dewletekê ye. Jidayikbûna Rêbertî pêketina çirûska azadiyê ye. Jidayikbûna mirovahiyê ye. Jidayikbûna gerdûnê ye. Tiştekî ku ji gerdûnê winda, gerdûnê bê ser û ber dike. Rêber Apo ji bo gelê Kurd, ji bo jinan, ji bo cîhanê û ji bo Rojhilata Navîn tê vê wateyê. Rêber Apo dibêje 'Hevrêtiya kêm, hevaltiya derewîn e'. Ji bo ku em careke din neqedin, divê em di nava çalakiyan de bin. Divê em her roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin. Divê em berxwedanê bi rêyên cihêreng û bibandor geş û mezin bikin. Divê em li dora rêber Apo bibin çember.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2wa3z_GUurg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>