Li pêşiya avahiya Kongresê êriş: 2 polîs birîndar bûn

Li gorî Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre şahidan, ji ber êrişekê avahiya Capitol a li DAY`yê li ber girtinê ye û 2 polîs birîndar bûn.

 Li pêşiya avahiya Kongresê êriş: 2 polîs birîndar bûn
2 nîsan, 2021   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Kongresê ragihand ku kesekî hewl da benda kontrolê ya li nêzî avahiya Capitol derbas bike, di enama bersivdayînê de du polîs birîndar bûn û gumanbarek hate girtin. Her du birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguestin.

Dezgehên çapemeniya Amerîkayê eşkere kir ku erebeyekê hewl da bendê kontrolê yê ewlehiyê yê li derdora avahiya kongresê derbas bike.

(eh)