Li gundewarê Dêrazorê 3 serçeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Yekîneyên Antî-Teror di çalakiyekê de ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anîbû, 3 serçeteyên DAIŞ'ê girtin.

Li gundewarê Dêrazorê 3 serçeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
2 nîsan, 2021   16:35
DÊRAZOR

Yekîneyên Antî-Toror yên girêdayî QSD'ê barbanga îro du çalakiyên bi bondor li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê pêk anîn. Di encamê de 3 serçeteyên DAIŞ'ê hatin girtin, di nav de yekî iraqî hebû ku erka wî tirsandina şêniyan û komkirina "Zekatê" ye, her wiha hedefkirina hêzên leşkerî û kesaytên di saziyên rêveberiya herêmê de ye.

Li gorî berpirsên YAT'ê navên çeteyên hatin girtin ev in; Ziyad Cedan El-Cedan (Ebû Yaisr) ji iraqê ye û sala 1987'an jidayik bûye û li bajarê Qoriyê yê gundewarê Dêrazorê dimîne.

çete Ferhûd Îbrahîm El-Şûeybî (Ebû Xelîl) sala 1989'an li bajarokê Şihêl jidayik bûye.

çete Bedir Salim El-Salih (Ebû Fehed El-Iraqî) sala 1969'an li bajarê Mûsilê yê Iraqê jidayik bûye û bajarokê Şihêl ê Dêrazorê dimîne.

ANHA