Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN

Piştî lixwemukirhatina endamekî şaneyên DAIŞ'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê du cenaze ku kortên kanalîzasyonê dîtin.

Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN
Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN
Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN
Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN
Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN
Hêzên ewlekariyê li kampa Holê du cenaze dîtin- HATE NÛKIRIN
2 nîsan, 2021   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çaroveya Operasyona Ewlehî û Mirovahiyê de li beşê yekemîn ê kampa Holê du cenazeyên serjêkirin ên jinek û mêrekî di kortên kanalîzasyonê de dîtin.

Berpirsên hêzên ewlehiya kampê diyar kirin ku piştî lixwemukirhatinên endamekî şaneyên DAIŞ'ê ku beriya çend rojan di operasyonê de hatibû girtin, hêzên wan dest bi lêgerînê kirin û her du cenaze dîtin.

Heman çavanî destnîşan kir ku cenaze yên jinekî û mêrekê bûn û xirab bibûn, diyar e ku ji zû de hatibûn kuştin.

Têkildarî hûrguliyên sûcê û nasnameya kesên hatine kuştin, lêpirsîn bi çeteyên girtî re dewam e.

ANHA