Li Minbicê çandiniya di hingaran de zêde bûye

Rûbera ku bi sebzeyên demsala havînê di hingaran (malên plastîk) de têne çandin li gundewarên Minbicê zêde bûye. Da ku li hember dorpêça li ser herêmê tê kirin bibe bersiv û ji ber wê jî ji sedî 20 alîkariya sûkan bi sebzeyan dike. 

Li Minbicê çandiniya di hingaran de zêde bûye
2 nîsan, 2021   10:00
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Cotkarên gundewarên Minbicê ji destpêka Çileya her salê amadekariyên çandina sebzeyên demsala havînê di hingarde dikin.

Cotkar ji bo xwetêrkirinê berê xwe didin hingar (malên plastîk) bi taybet di vê demê de,  ji ber girtina dergehên sînor dibe sedem ku buhayên madeyan bilind bibin.

Piştî çend mehan ji çandiniyê, cotkaran berhemên sebzeyên demsala havînê ku di hingarde çandibûn li sûkan firotin û ev yek ji 15 heta 20 ji sûkên Minbicê têr dike.

Cotkarê bi navê Ebûd Mistefa yê ji gundê Himir ê başûrê Minbicê ye û 3 hektar erdê wî hene. Piraniya wê bi sebzeyên demsala havînê di hingarde çandiye. Ebûd Mistefa wiha got: "Tecrubeya hingarli herêmê nû ye."

Ebûd Mistefa wiha domand: "Di salên borî de cotkaran berhemên sereke weke genim, ceh û nîskan diçandin û wekî din jî ji çandiniya havînê û zivistanî."

Ebûd Mistefa bi van gotinan pêde çû: "Piştî derketina tecrubeya çandina sebzeyên demsala havînê di hingarde, coktar wê ji berhemên din zêdetir diçînin. Ji ber lêçûna wê di vê demê de bilind bûye û tecrubeya hingarserketî ye."

Ebûd Mistefa destnîşan kir ku ev çandinî bi awayekî berfireh li Minbicê belav bûye bi taybet di demên dawîn de ku destek da beşekî ji xwetêkirina bajêr.

Her wiha Ebûd Mistefa diyar kir ku tu zehmetî di çandina sebzeyan demsala havînê di hingarde rastî wan nehat, tenê ji ber rewşa hewayê û ba hinek zehmetî dîtin, bilindbûna madeyan, tûrên bilastîk, tov, alavên avdanê ku li gorî dolar li beramberî lîreya Sûrî têne firotin.

Ebûd Mistefa niha sebzeyên weke xirtik, xeyar li sûkan difiroşe. Her 1 kîlo ji xirtik bi hezar û 800 û 1 kîlo xeyar bi hezar û 900 lîreyên Sûrî ye.

Lêçûna çandina hektarekî nêzî 2 hezar û 500 dolarî ye.

‛DESTEKDAYÎNA SAZIYA ÇANDINIYÊ’

Ji ber bilindbûna dolar li beramberî lîreya Sûrî, lêçûna çandiniyê li ser cotkaran giran bûye. Saziya çandiniyê bi rêya pêşkêşkirina  pêwîstiyan ji semad û mazotê destekê dide çandina malên bilstîk.

Saziyê mazot bi biheyê 75 lîreyên Sûrî li ser 4 beşan (Her hektarekî 450  lître mazot) li cotkaran belav kir.

Ev yek destekê dide ku hejmara cotkarên ku sebzeyên demsala havînê biçînin zêde bibe û bi vê yekê rûbera çandiniyê jî zêde dibe.

Serokê Saziya Çandiniyê ya Minbicê Xalid Oso got: "Hejmara cotkarên ku hingarbi kar tînin, îsal nêzî 77 cotkarî ye. Rûbera hatiye çandin hezar û 166 donim e. Par 640 donim hatibû çandin."

Xalid Oso diyar kir ku kêmkirina dewleta Tirk ji rêjeya ava çemê Firatê re bandoreke mezin li çandiniyê kir û vê yekê jî bandoreke neyênî li cotkaran kir bi tayet cotkarên ku zeviyên wan li ser keviyên çemê ne.

Avdana berheman dereng dimîne, cotkar neçar man ku amûrên avdanê zêde bikin, bi wê re jî mazot zêde tê xercekirin, lêçûn û ked zêde dibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X9BC5OEp_XM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>