Bi alîkariya Rêveberiya Xweser bi sedan derfetên kar peyda bûn

Di demên dawîn de, piştî ku Rêveberiya Xweser derfetên kar ji gelek welatiyan re peyda kirin û piştevaniya aboriya herêmê kir, li kantona Qamişloyê aborî geş bû û tevgera pîşesaziyê bi pêş ket.

Bi alîkariya Rêveberiya Xweser bi sedan derfetên kar peyda bûn
2 nîsan, 2021   08:34
QAMIŞLO - KADAR ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê di dema hikumê xwe li Sûriyê de herêmên li rojhilatê welêt bi navê “herêmên paşketî” bi nav kirin. Ew herêm bi pêş nexistin û rê li tevgerên aboriyê yan avahîsaziyê girt.

Pênaseya “herêmên paşketî”, tê wateya ku ew herêm bi paş ve hiştine. Hikumeta Şamê xwest van herêman tenê wekî kartona madeyên xwarinê û petrolê bihêle, bêyî ku şêniyên wan herêman bi dehan salan ji xêr û bêrên erdên xwe sûdê bigirin.

QANÛNA ÎSTISMARÊ YA SÛRIYÊ

Li gorî qanûna îstismarê ya Sûriyê, xwediyên sermayeyê û karsaz li herêmê bi giştî nikarin îstismarê bikin, tenê bi rêya hevkariya bi hin rayedarên dewletê re ew yek pêkan bû.

Piraniya caran, hevkariya wan digihîşt asta milkkirina şîrketê an kargeha ku xwediyê wê îstismar kiriye, bi wê yekê ew dibûn berpirsên sereke li wê saziyê. Bi aloziya Sûriyê re, komên çeteyan xêr û bêrên herêmê talan kirin û berhemên binerd û petrol xistin xizmeta şerê xwe yê hov.

GEŞKIRINA ABORIYÊ

Lê belê, bi avakirina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina herêmê ji komên çete ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve, êdî rewşa aboriyê bi pêş ket. Rêveberiyê piştgirî da bazirganî û pîşesaziyên sivik û giran.

Ji ber pêwîstiya sûka herêmî bi madeyên destpêkê û madeyên xwarinê, pîşesazan hin kargeh vekirin da ku van pêdiviyan peyda bikin û bibin altirnatîk ji kargehên mezin re. Bi wê yekê rêveberiyê bac û gumirk kêm kir û xwediyên sermayayê li herêmê dest bi îstismarê kiri.

Di wê çarçoveyê de, karegehek ji bo çêkirina qutîkên plastîk hate vekirin da ku wan bifiroşin kargehên zeytê yan kargehên madeyên xwarinê.

BAR HATE SIVIKKIRIN Û DERFETÊN KAR HATIN PEYDAKIRIN

Bi wê yekê barê mezin hate sivikkirin û di radeya yekemîn de sûd li welatiyan kir. Ji ber ku nirxê gumrik û bacan li ser madeyên ku ji derve tên, li sûkê li nirxê wê yê esasî zêde dibe. Ew yek barên madî yên welatiyan zêde dike, nexasim li gel têkçûna mezin a lîreyê Sûriyê li hemberî dolar. Ji bilî wê jî, ev kargeh derfetên kar ji gelek şêniyên herêmê re peyda dikin.

Li gorî Komîteya Aboriyê ya Herêma Cizîrê, di salên borî de li herêmê zêdetirî 340 kargeh (sivik, navîn, giran) hatin vekirin.

Ev kargeh madeyên xwarinê, madeyên hazir û madeyên paqijiyê çêdikin. Her wiha mezintirîn kargeha zeytê li Qamişloyê hate vekirin û madeyên berê hatine bikaranîn ji nû ve tên çêkirin û dibin madeyên destpêkê ku dikevin gelek pîşesaziyan.

JI NÛ VE ÇÊKIRIN

/ar/uploads/files/2021/04/02/082731_dsc_0029.webp

Dema ku me tevgera pêşesaziyê li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê dişopand, me dît ku piraniya pîşesazan berê xwe dane vekirina kargehan ji bo jinûve çêkirina hemû cureyên madeyên hatine bikaranîn û derxistina madeyên destpêkê ku dikevin gelek pîşesaziyan.

Xwediyên kargehan, madeyên ku berê hatine bikaranîn ji şêniyan, ku şênî wan madeyan kom dikin û li gorî cureya wan ji hev cuda dikin, piştre difiroşin. Ji nû ve çêkirina wan piştî cudakirina madeyên plastîk ji madenan û cudakirina wan li gorî rengan pêk tê. Piştre bi rêya hin amûran ew made tên helandin. Piştre wan difiroşin kargehên mezin, ku ew jî ji aliyê xwe ve wan dihelînin û tiştên dixwazin jê derdixin.

/ar/uploads/files/2021/04/02/082808_dsc_0049.webp

Xwediyê kargeheke ji nû ve çêkirina madeyên berê hatine bikaranîn a li Tirbespiyê Behcet El-Hewar, piştî ku mekanîzmaya xebatê kargehê şîrove kir, destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser piştgirî daye pîşesazan û bi wê yekê hem xebat hem jî qada aboriyê bi pêş ketiye. Berovajî salên borî anku di dema hikumê rejîma Baasê de, ku hemû cureyên pîşesaziyan qedexe kiribû. Geke pêk hatiba jî bi hevkariya rayedarên dewletê pêk dihat ku bi wê rengî kargeh an şîrket dixistin bin destê xwe. Li kêleka wê qanûna îstismarê jî hebû ku astengiyên mezin li pêş xwediyên sermayeyê û kesên îstismarê dikin, datanî.

El-Hewar got: “Kargeha ji nû ve çêkirina madeyan, derfetên kar ji bi sedan welatiyan re peyda kir, ku madeyên dixwazin kom dikin û piştre difiroşin firoşkarên gerok, ew jî ji aliyê xwe ve difiroşin bazirganên mezin an jî yekser difiroşin kargehan.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c7ayU4vW6sM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>