‎ Bi boneya 4’ê Nîsnê jinên xwendekar meşeke meşaleyî li dar xist

Jinên xwendekar diyar kir ku ji ber baş dizanin ku kilîta azadiyê, pêkanîna adalet,  têkbirina desthilat û dagirkeriyê, rêber Abdullah Ocalan e, ‎dewletên desthildar rêber Ocalan armanc kir û tecrîdê girantir dikin. ‎

‎ Bi boneya 4’ê Nîsnê jinên xwendekar meşeke meşaleyî li dar xist
‎ Bi boneya 4’ê Nîsnê jinên xwendekar meşeke meşaleyî li dar xist
‎ Bi boneya 4’ê Nîsnê jinên xwendekar meşeke meşaleyî li dar xist
1 nîsan, 2021   18:15
QAMIŞLO

Jinên xwendekar ên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, ji bo eşkerekirina rewşa ‎Rêber Abdulah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xist.‎

Meş ji pêşiya navenda "Wargeha Ciwanan" ya li bajarê Qamişlo bi diruşmên `Bê Serok ‎jiyan nabe` û pankartên `Em dibêjin na ji tecrîdê re, dem dema ‎azadiya Rêbertiyê ye` dest pê kir.‎

Meşevan bi rakirina meşeleyan meşa xwe heta Çerxerêya Osman Sebrî dewam ‎kir û li ber çerxerêyê meşa vegerî mêtîngê.‎

Di mêtîngê de endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Hêvî Murad axivî ku ew tercîda giran a li ser rêber Ocalan şermezar dikin û got: "Qonaxa ku em tê re derbas dibin qonaxeke giran e, ev demeke dirêj e ‎rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Ev bûyerên ku di dema dawiyê de yên li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan û qutkirina telefonê rû dane, ji bo  me rewşeke ‎pir xetere ye."‎

Hêvî Murad diyar kir ku îro ew dibînin ku dewletên dagirker û desthildar sûcên xwe li dijî rêber Ocalan pêk tînin, ji ber ew dewleta rêber Ocalan li ser siyasetên xwe yên qirêj xetere dibînin û wiha ‎doman: " ji ber baş dizanin ku kilîta azadiyê, pêkanîna adalet,  têkbirina desthilat û dagirkeriyê, rêber Abdullah Ocalan e, ‎dewletên desthildar rêber Ocalan armanc kir û tecrîdê girantir dikin."

Hêvî Murad da zanîn ku ew jinên xwendekar bi dirûşma `Dem dema azadiya ‎Rêber Apo ye, tu carî vê tecrîdê qebûl nakin` heta zelalkirina rewşa rêber Ocalan a ‎tenduristî û misogerkirina azadiya wî em ê tekoşîna xwe dewam bikin.‎

Meş bi diruşmên `Bijî Serok Ocalan` û `Azadî ji bo rêberê neteweyî` bi dawî bû.‎

‎(sb)‎

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rVPVD8AOP-c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>