Bi boneya 4’ê Nîsanê jinên firatî meşeke bi meşaleyan li dar xist

Îro, Tevgera  Jinên Ciwan a herema Firatê bi boneya nêzbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan, meşeke meşaleyan bi beşdarbûna bi dehan ciwanên Kobanê li dar xist.

 Bi boneya 4’ê Nîsanê jinên firatî meşeke bi meşaleyan li dar xist
 Bi boneya 4’ê Nîsanê jinên firatî meşeke bi meşaleyan li dar xist
 Bi boneya 4’ê Nîsanê jinên firatî meşeke bi meşaleyan li dar xist
1 nîsan, 2021   17:51
KOBANÊ

Meş ji pêşiya Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Beşdaran pankertên '' Dem dema azadiya rêber Ocalan e" û " Teqez em ê biserkevin", wêneyên rêber Ocalan, meşale û alên kongreya Star hildan.

Li Qada Şehîd Egîd meş vegerî mêtîngê, û piştre endama rêveberiya Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û wiha got: "Rojbûna rêber Ocalan, rojbûna gelên serhildêr e."

Hebûn Mihemed di dawiya axaftina xwe soz da ku ew li ser fikira rêber Ocalan bimeşin û çalakiyan heta rakirina tecrîd û rizgarkirina rêber Ocalan li dar bixin.

Ji nava rêzeçalakiyên Kongreya Star ên bi boneya nêzbûna rojbûna rêber Ocalan, îro Kongreya Star di saetên sibehê de hemleya paqijiyê li nava Kobanê bi beşdariya endamên saziyan, navendên sivîl û şêniyan li dar xist.

(dm)

ANHA