‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’

Bi sedan ji pêkhateyên kantona Hesekê cejna Ekîto pîroz kir û ‎şandeyên beşdarî şahiyê bûne hêvî kir ku demokrasî û ewlehî li seranserî ‎Suriyê serwer bibe û Suriyê bibe xwedî pergaleke demokrat a nenavendî ku ‎mafên tevahî pêkhateyan biparêze.‎

‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’
‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’
‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’
‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’
‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’
‛Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî ‎pergaleke demokratîk a nenavendî’
1 nîsan, 2021   17:38
‏ ‏HESEKÊ

Îro, bi sedan ji suryanî, asur, keldan û pêkhateyên kantona Hesekê berê xwe da ‎gundê Til Erboş ê bakurê rojavayê bajarê Hesekê ji  bo ku cejna sersala babilî pîroz bikin, an jî cejna Ekîto ya 6771 pîroz bikin.

‎Şandeyên beşdarî şahiyê bûne hêvî kir ku demokrasî û ewlehî li ‎Suriyê serwer bibe û Suriyê bibe xwedî pergaleke  nenavendî ku mafên tevahî ‎pêkhateyan biparêze.‎

Gelek şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Suriyê, ‎Kongreya Star, Meclis Leşkerî ya Til Temirê, Meclisa Ermenî û Meclisa ‎Sivîl a navҫeya Til Temirê beşdarî şahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama komîteya amedekariyê Meryam Melekî cejna Ekîto li ‎tevahî gelên Bakur û Rojhilata Suriyê pîroz kir û got: ''Ji ‎‎6771 salan gelê Suryan û Asur sersala xwe pîroz dikin û îro jî roja yekitiya ‎gelê me ji bo pêşeroja xwe ye.''‎

Partiyên siyasî û şandeyên ku beşdarî şahiyê bûne axivîn û ev roj li tevahî gelên herêmê pîroz kir û piştrast kir ku divê gel hevgirtî û yek bin, da ku Sûriyeke demokratîk a nenavendî bi dest bixin ku mafên tevahî pêkhateyên biparêze.

Axêveran bal kişand ser fikira neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî lê derdikeve. ‎

Têkildarî vê yekê, Cîgirê Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Gabrîal Şemûn axivî.

Şemûn di destpêka axaftina xwe de cejina Ekîto li gelên Suryan, Asur û Keldan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Em partiyên siaysî û asurî bi hev re cejnê pîroz dikin, ew jî nîşaneya yekitiya gel û yekitiya çarenûsê ye."

‎

Şemûn wiha domand: "Yekitiya gelê me, di vê merheleyê de girîng e, da ku xwestekên xwe yên dîrokî bikin û hebûna xwe bisepînin."

Şemûn da zanîn ku hebûna partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser û meclisên sivîl bandoreke erênî li gel wan çêkir.

Şemûn di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku li tevahî Suriyê demokrasî, ewlehî û aramî ‎ destser bibe û Suriyê bibe xwedî pergaleke nenavendî ku ‎mafên tevahî pêkhateyan û jiyana hevbeş li herêmê bihewîne.

‎

Ji yek fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad axivî û wiha got: "Di vê rojê de, em wek hêzên leşkerî soza xwe nû dikin ku em rêya xwe ya têkoşîna li dijî terorê berdewam bikin û li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî, bisekinin."‎

Piştî axaftinan, komîa Yersosa ya dîlana gelêrî ya Suryanî gelek guvend pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanê li ber stranan bi dawî bû. ‎

‏(dm)

ANHA