Bi boneya 4’ê Nîsanê, li Minbicê pêşbirka wênexêzî û destxetê

Bi boneya nêzbûna rojbûna rêber Ocalan û bi diruşma"Em bi pênûsên xwe pêşeroja xwe nexşe dikin", Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê pêşbirka wênxêzî û destxeta erebî ji xwendekarên dibistanan re li dar xist.

Bi boneya 4’ê Nîsanê, li Minbicê pêşbirka wênexêzî û destxetê
Bi boneya 4’ê Nîsanê, li Minbicê pêşbirka wênexêzî û destxetê
Bi boneya 4’ê Nîsanê, li Minbicê pêşbirka wênexêzî û destxetê
Bi boneya 4’ê Nîsanê, li Minbicê pêşbirka wênexêzî û destxetê
Bi boneya 4’ê Nîsanê, li Minbicê pêşbirka wênexêzî û destxetê
1 nîsan, 2021   16:56
MINBIC

Di pêşbirka ku li Parka rêber Ocalan a rojhilatê Minbicê de li dar ketiye, mamosteyên Minbic û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê amade bûn.

Di pêşbirkê de 150 xwendekarên serkeftî yên ji tevahî dibistanên Minbicê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/04/01/160719_mhmd-aly-alabw.webp

Pêşbirk bi belavkirina amûrên wênexêzî û destxetê dest pê kir, piştre beşdaran dest bi wênexêziyê û nivîsandina destxeta erebî kir. dûvre endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Mihemed Elî El-Ebo wiha got: "Van rojan rojbûna ramannas û fîlozof Abdullah Ocalan e. Her wiha rêber Ocalan bi zarokan, derxistina hunerê û behreyê difikirî, da ku zarok di civakê de bibin aktîf."

/ar/uploads/files/2021/04/01/160736_mys-shykh-wys.webp

Girêdayî wê, bi navê Komîteya Çalakiyên Dibistanê, mamoste Meys Şêx Weys axivî û wiha got: "Karê me wek komîteya çalakiyên dibistanan, ji bo vê çalakiyê teşwîqkirina xwendekaran li ser behreya wan e. Her wiha tevî hemû astengiyên ku tê re derbas bûne, em ê dîrokeke tijî serkeftî binivîsin."

/ar/uploads/files/2021/04/01/160758_shyl-waly.webp

Hevsesrokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê Suheyl Walî xwendekarên ku di pêşbirkê de bi ser ketine pîroz kir.

Pêşbirk bi belavkirina xelatan li ser xwendekarên serkeftî, bi dawî bû.

(fr)

ANHA