Komîteya Azadiya Rêbertî bi boneya 4'ê Nîsanê semînerek da

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Reqayê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan semîner organize kir.

Komîteya Azadiya Rêbertî bi boneya 4'ê Nîsanê semînerek da
1 nîsan, 2021   13:26
REQA

Komîteya Rêbertî ya Reqayê bi boneya rojbûna rêbertî, semîner bi amadebûna bi dehan şêniyan, tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Tac a aliyê başûrê bajêr da.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, endama Komîteya Rêbertî Nesrîn El-Xelef semîner bi rêve bir, behsa jiyan û têkoşîna rêbertî ji zarokatiyê wî ve heta merheleya damezirandina PKK'ê kir. Nesrîn avabûna PKK'ê bi dîrokeke nû ji bo gelê Kurd bi nav kir û wiha domand: "Fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd, erebî û tevahî gelên herêmê ye, yê herî zêde sûdê jê digire gelên Bakur û Rojihlatê Sûriyê ye."

Nesrîn destnîşan kir ku bi saya ramanê rêbertî gelek herêmên Sûriyê ji terorê hatin rizgarkirin û rêveberiyên xweser û sivîl hatin avakirin."

Nesrîn di berdewam axaftina xwe de bal kişand ser nêrîna rêbertî ya derbarê azadiyê jin de û diyar kir ku rêbertî rêya azadiyê nîşanî jin da û bang pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de dike.

Nesrîn El-Xeklef li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi roja reş bi nav kir û diyar kir ku tevî komployê rêbertî ji bo avakirina Rojhilateke Navîn nû bi azad û demokratîk tê dikoşe.

Semîner bi bersiva pirsan li ser mijarê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JIy3TyB27Pw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>