Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Ekîto (sersala nû ya Asûriyan) pîroz kir û got: “Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Suryan-Asûr e û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê serbilind in.”

 Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto pîroz kir
31 adar, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberya Xweser îro bi boneya Cejna Ekîto (sersala nû ya Asûriyan 6771) peyama pîrozbahiyê belav kir.

Di destpêka peyama pîrozbahiyê de hate gotin: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya çandî û olî dewlemed e, ku mîrasekî dîrokî yê girîng di hevkarî û jiyana hevbeş de ye.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Ekîto anku sersala gelê Suryan-Asûr ku dikeve 1`ê Nîsanê, nîşaneya nûbûn û vejîna xwezayê anku hatina Biharê ye û got: “Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Suryan e û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê serbilind in.”

Rêverberiya Xweser Cejna Ekîto li gelê Suryan-Asûr pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin û biratiyê û her tim di xêr û serkeftinê de bê pîrozkirin.

Rêveberiyê banga girtina tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê di dema pîrozbahiyan de kir û got: “Em bang li gelê xwe yê ku tev li pîrozbahiyan bûye dikin ku hişyar bin û ji bo parastina tenduristiya şexsî û giştî, tedbîrên pêwîst bigirin.”

(dx)

ANHA