PYD: Ekîto nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Suryan e

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya cejna Ekîto peyamek weşand û got "Ev cejn yek ji girîngtirîn rengên derbirîna nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Asûrî ye."

PYD: Ekîto nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Suryan e
31 adar, 2021   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

PYD'ê îro bi boneya cejna Ekîto peyama pîrozbahiyê ji gelên Suryan, Asûr û Keldanî re şand û got: "Partiya Yekitiya Demokratîk li ser navê meclisa giştî bi boneya sersala babilî ya gelê Suryan, Asûrî û Kildanî ku dikeve 1'ê Nîsanê  pîroz kir.”

Her wiha diyar kir ku ev cejn yek ji rengên derbirîna nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Asûrî ye. PYD'ê ev cejn li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Suryanî-Asûrî yên li seranserî cîhanê pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de wiha hate gotin: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şoreşa Rojava bûn. Di heman demê de pêkhateya Suryan-Asûr jî tev li şoreşê bûn û qurbanî da şoreşê û di avakirina projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rol lîst. Her wiha di formalîzekirina hevpeymana civakî ya ku azadî û nasnameya çandî ya hemû pêkhateyan ji bo pêşerojeke azad û demokratîk ji tevahî sûriyan re, misoger dike."

Peyama pîrozbahiyê wiha hat domandin: "Bi vê boneyê em wek PYD piştrast dikin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekane proje ye ku dê ji tevahî gelên Sûriyê re azadî, ewlehî û edaletê pêk tîne. Li ser vî bingehî em teqez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna hêviyên gelê xwe ber bi Sûriyeke demokratîk û ne navendî ve, bixebitin."

Di dawiya peyama PYD'ê de wiha hate gotin: "Em bi boneya cejna Ekîto, cejna gelê Suryan, Asûrî û Kildanî pîroz dikin û em hêvî dikin ku pêvejoya bê ji bo tevahî gelê Sûriyê bibe pêvajoya aştî û ewlehiyê."

(dx)

ANHA