Rojnameyên erebî: Li ser vekişîna çeteyan ji Lîbyayê guman hene

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî dosyaya çeteyên li Lîbya, peymanên Siûdiyê-Iraqê û hilbijartinên Fîlistînê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li ser vekişîna çeteyan ji Lîbyayê guman hene
1 nîsan, 2021   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

WÊ KÎ BI HEZARAN ÇETEYÊN BIYANÎ NEÇARÎ DERKETINA LI LÎBYA BIKE?

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb besa dosyaya çeteyan kir û got: “Têkildarî pêşniyara avakirina mekanîzmeyeke çavdêriyê ya bi çavdêriya NY`yî ji bo agirbestê û şopandina vekişîna çeteyên biyanî ji Lîbyayê ku wê ji 5 endamên navneteweyî û 10 kesayetên ji Lîbyayê pêk bê, helwestên çavdêr û dîplomatên rojavayî bi xwe re guman li ser wê yekê anîn. Nexasim ku hejmara wan kêm e.

Tevî giraniya vê peywirê jî, lê hin derdor hêvî dikin ku bi xwe re çareserieyek rastîn bîne û bihêle ku çeteyên biyanî ji Lîbyayê derkevin.

Lê belê dîplomatan ev pirs kir: ev hejmara biçûk a çavdêran dê çawa karibe çavdêriya rawestandina kiryarên dijminahiyê û derketina nêzî 20 çeteyan bike?

Tevî ku xwesteka gelê Lîbya ya derxistina çeteyên biyanî ji welatê wan di ber çav re tê girtin jî, lê metirsî hene ku ev mekanîzma tenê “sembolîk” bimîne, nexasim ku hin alî hene dixwazin wê asteng bikin. Dîplomatekî rojavayî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji çapemeniya Fransayê re wiha got: “Gelo dê dewriyeyan bimeşînin, an dê nivîsgehekê vekin?”

Di çend salên borî de gelek hêzên biyanî li Lîbyayê bi cih bûn, hinek çeteyên ji şîrketa ‘Wagner’ ya rûsî ya taybet in, hin çeteyên ji Sûriyê ne ku dewleta Tirk ew şandine Lîbya lê dest bi derketinê kirine, her wiha komên çekdar ên ji Tşad û Sûdanê ku Nîjerya naxweze ew li herêmê bi cih bibin û leşkerên Tirk, hene.”

5 PEYMANÊN SIÛDIYÊ-IRAQÊ Û ÎSTISMARÊN JI BO XURTKIRINA HEVKARIYÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî di hejmara xwe ya îro de behsa peymanên Siûdiyê-Iraqê kir û wiha nivîsî: “Danûstandinên fermî yên ku mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku serdana Siûdiyê dike pêk anîne, bi îmzekirina 5 peymanên di qadên cuda de tacîdar bû. Di wê çarçoveyê de, dê hevkariya diravî di navbera her du welatan de bi nirxê 3 milyar dolar be.

Duh êvarê bi dauxyaniyeke hevbeş hate destnîşankirin ku mîrê Siûdiyê û serokwezîrê Iraqê di dan û standinên xwe de rêbazên hevkariya her du welatan, parvekirina nêrînan derbarê dozên herêmî û navneteweyî yên ji bo her du welatan girîng in, nîqaş kirine.”

HILBIJARTINÊN FÎLİSTÎNÊ…SENARYOYA TALOQKIRINÊ HERÎ ZÊDE MUHTEMEL E

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî hilbijartinên Fîlistînê wiha nivîsî: “Dema ku saet dibe 12:00`ê şevê, deriyên bernamzetiya ji bo hilbijartinên Fîlistînê tên girtin. Xuya ye ku dê saetên dawiyê bi xwe re surprîz û senaryoyan bînin. Li aliyekî din guman li ser taloqkirina hilbijartinan hene. Di kêliyên dawîn dawîn de guhertinên dramatîkî pêk tên ku dibe bandorê li nexşerêya hilbijartinan bike.”

(cx)