Bîlançoya topbarana meha Adarê ya li ser herêmên Efrîn û Şehbayê

Dewleta Tirk a dagirker êrişen xwe yên li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundên herêma Şehbayê didomîne.

Bîlançoya topbarana meha Adarê ya li ser herêmên Efrîn û Şehbayê
1 nîsan, 2021   06:42
NAVENDA NUÇEYAN

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundên herêma Şehbayê wiha ye:

Di 1`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker bi şev û roj bi doçkayan êrişî gundên Simoqa û Malikiyê yên Şehbayê û Şêrawayê kir. Her wiha balafirên keşfê li herêmê geriyan.

Di 2`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev bi doçkayan êrişî gundên Hirbêl, Til Medîq, Meranazê, Malikiyê, Şêwarxa yên Şehba û Şêrawayê kir. Balafirên keşfê li Şêrawayê geriyan.

Di 3`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker bi şev û roj gundên Eyndeqnê, Elqamiyê, Meranazê, Malikiyê, Şêwarxa,Tat Meraşê yên Şehba û Şêrawayê bi hewan û doçkayan topbaran kirin. Li rex wê jî balafirên keşfê li Şêrawayê geriyan.

Di 4`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Bêlûniye, Tepeya Xwedê, Şêx Îsa, Herbil, Til medîq, Meranazê, Malikiyê, Elqemiye, Tinibê, Tepeya Ş.Xabûr yên Şehba û Şêrawayê bi obîs, doçkayan topbaran kirin. Di encamê de 20 guleyên tank û 155 guleyên obîsê li herêmê ketin. Balafirên keşfê li ser Şêrawayê firiyan.

Di 5`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê, Bêlûniyê, Simoqa, Til Cîcan, Meranaz, Şêwarxa, Malikiyê, Soxanekê, Tepeya Ş. Xabûr, Îrşadiye bi obîs, bombe, doçka û tankan topbaran kirin. Di encamê de 15 guleyên tankan, 37 guleyên obîsê li herêmê ketin. Balafirên şer û keşfê li asîmaêa Şêrawayê firiyan.

Di 6`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj bi obîs, hewan û doçkayan gundên Şêx Îsa, Til Medîq, Wehşiye, Taane, Simoqa, Meranaz, Şêwarxe, Tinib, Soxanekê, Elqemiye û Kefer Neye kirin hedef. Di encamê de 70 obîs û 20 hewan li herêmê ketin. Her wiha balafirên keşfê li Şêrawayê firiyan.

Di 7`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj êrişî gundewarên Şehbayê û Şêrawayê kir. Gundên ku hatin hedefgirtin ev in: Ziwayane, Hurbil, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Tepeya Gêra, Meranaz, Soxanekê. Balafirên keşfê bê navber li ser Şêrawayê firiyan.

Di 8`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Hurbil, Simoqa, Til medîq, Meranaz û Malikiyê bi 25 obîsan û 10 hewanan kirin hedef. Balafirên keşfê li ser eniya Şêrawayê firiyan.

Di 9`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundewarên Şehba û Şêrawayê bi 10 obîsan, 4 hewanan û doçkayan kirin armanc. Gundên ku hatin topbarankirin ev in: Eyn Deqnê, Um Hoşê,Tat Meraş, Malikiyê û Meranazê. Her wiha balafirên keşfê li ser eniya Şêrawayê geriyan.

Di 10`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Eyn Deqnêl, Minix, Bêlûniye, Meranaz, Malikiyê û Elqemiye bi 10 obîsan û 60 hewanan topbaran kirin. Balafirên keşfê li xeta Şehba û Şêrewa geriyan.

Di 11`ê Adarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hurbil, Meyase, Tinib, Meranaz, Îrşadiye û Elqemiye yên gundewarên Şehba û Şêrawayê bi 50 obîs û 32 hewanan topbaran kirin. Li ser xeta Şêrawa û Şehbayê keşf geriya.

Di 12`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şêrawayê Meranaz, Tinib û Şewarxayê topbaran kirin. Sehba aram bû lê li ser xeta Şêrawayê keşf geriya.

Di 13`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şev û roj Şehba û Sêrewayê topbaran kirin. Gundên ku hatin hedefgitin ev in: Til Medîq, Eyn Deqnê, Bêlûniye, Qinitrê, Meranaz, Şewarxa, Elqemiye. Keşf li ser Şehbayê geriya.

Di 14`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj Şehba û Şêrawayê tobparan kirin û gundên Eyn Deqnê, Hurbil, Bêlûniyê, Meranazê bi 10 obîsan, 11 hewanan û 4 guleyên SPG9 kirin hedef.

Di 15`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj Şehba û Şêrawayê topbaran kirin û gundên Eyn Deqnê, Til Medîq, Bêlûniyê, Meranazê,Malikiyê, Şewarxa bi 10 hewanan û 2 obîsan kirin hedef. Keşf li ser xeta Şêrawayê firiya.

Di 16`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Hurbil, Eyn Deqnê, Minix, Bêlûniyê, Meranazê, Şewarxa, Soxanekê û meyasê bi 10 hewanan û 15 obîsan topbaran kirin. Li ser xeta Şêrawayê keşf geriya.

Di 17`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Sêrewayê Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Til Mediq, Meranazê, Elqamiyê, Malikiyê, Tinib, Sewarqa,Tat Meraş bi 73 obîsan û 102 hewanan topbaran kirin.

Di 18`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Radarê, Zewyanê, Şewarxa, Malikiyê, Meranazê, Tinib,Tat Meraş, Kêlê, Meyasê, Soxanakê bi 60 obîsan û 25 hewanan topbaran kirin.

Di 19`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê ; Eyn Deqnê, Tepeya  S.Farûq, Tepeya Gêra, Zewayanê, Til Madîq, Elqamiyê,Tat Meraş, Şewarxa, Meranazê, Soxanekê, Bênê, Dêrjimêlê, Irşadiyê, Kefer Naya bi 120 obîsan topbaran kirin. Keşf li ser xeta Şêrawayê geriya.

Di 20`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Til Medîq, Simoqa, Meranazê, Şewarxa, Tinib, Malikiyê û Bênê bi 15 obîsan û 4 guleyên tankan topbaran kirin.

Di 21`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Til Rifat, Til Medîq, Til Cîcan û Meranazê bi 47 obîsan, 8 guleyên SPG.9, 9 hewanan topbaran kirin.

Di 22`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Hurbil, Simoqa, Eyn Deqnê, Tepeya Xwedê, Mişrefiyê, Til Cîcan, Meranazê, Malikiyê, Şewarxa,Tat Meraş bi 150 obîsan, 47 guleyên tankan û 50 hewanan topbaran kirin.

Di 23`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Eyn Deqnê, Hurbil, Simoqa, Til Medîq, Mişrefiyê, Malikiyê ûTat Meraş topbaran kirin. Balafirên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

Di 24`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Simoqa, Eyn Deqnê, Minix, Meranazê, Malikiyê û Mefreq topbaran kirin.

Di 25`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Simoqa, Malikiyê, Meranazê, Tinibê topbaran kirin. Bi giştî li ser xeta Şêrawayê keşf û balafirên şer geriyan.

Di 26`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şev û roj Şehba û Şêrawayê Malikiyê, Meranazê û Zîvyanê topbaran kirin. Bi giştî li ser xeta şêrawayî tevgera balafîr û keşf hebû.

Di 27`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Til Medîq, Meranazê topbaran kirin. Li ser Sehba û Şêrawayê keşf û balafirên şer geriyan.

Di 28`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Simoqa, Til Medîq, Eyn Deqnê, Til Cîcan, Sanê, bendava Sehba, Zêwyanê, Kilute, Soxanekê. Bi giştî balafirên şer û keşfê li ser xeta Sehba û Şêrawayê geriyan.

Di 29`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hurbil, Simoqa, Til Rifat, Mernazê, Elqamiyê, tepeya S.Xabûr bi 89 obîsan, 57 hewanan û 34 guleyên tankan topbaran kirin. Li ser xeta Şêrawa û Sehbayê balafirên keşf û şer geriyan.

Di 30`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Meranazê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Tepeya Xwedê, Zewyan, Simoqa, Tepeya Ş.xabûr, Meranazê, Malikiyê, Elqamiyê, Şewarxa. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê keşf geriya.

Di 31`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û roj gundên Şehba û Şêrawayê Eyn Deqnê, Şewarxa topbaran kirin. Li ser xeta Şêrawa keşf û balafirên şer geriyan.