Lixwemukirhatina DAIŞ’iyekî: Şaneya me 3 sûcên qetilkirinê li kampa Holê pêk anîne

DAIŞ’yê ku di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê hatiye girtin de, îtîraf kir ku şaneya wan 3 sûcên qetilkirinê pêk anîne, her wiha her kesê li dijî fikra DAIŞ’ê ya tundraw derdiket dikuştin. Çeteyê bi navê Sedam Hisên Hemed ku hatiye girtin, got çekên wan bi rêya sîtêrên avê digihaştin wan.

Lixwemukirhatina DAIŞ’iyekî: Şaneya me 3 sûcên qetilkirinê li kampa Holê pêk anîne
1 nîsan, 2021   05:58
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya Operasyona"Mirovî  û Ewlehiyê" de zêdetirî 70 çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji nû ve komên xwe bi rêxistin kirin û li kampê wekî şaneyan xebitîn, girtin, ji wan çeteyê yê girêdayî şaneya bi navê Ebû Ekrem heye û li beşa iraqiyan hate girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJ`ê ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê, roja yekşema derbasbûyî 28`ê Adarê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Di encama şopandina pêşdeçûnên operasyonê de, ajansa me bi çeteyekî ku li gel aliyên ewlehiyê girtî re û bi şaneya bi navê "Ebû Ekrem El-Iraqî" ye çêkir. Ew çete di roja duyemîn a operasyona li kampa Holê de hate girtin.

 Ji endamên vê şaneyê çeteyê iraqî yê bi navê "Sedam Hisên Hemed" e ku bi navê Ebû Mihemed El-Iraqî tê naskirin û ji kesên ku ji ajansa me re axiviye. Çeteyê bi navê Ebû Mihemed ji parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye, ji eşîra El-Bû Selo ye. Ebû Mihemed bi du jinên iraqî re zewiciye û xwedî 7 zarokan e.

Çeteyê bi navê Ebû Mihemed beriya ku tev li nava rêxistina DAIŞ`ê bibe di 2014`an de karê çêkirina erebeyan dikir û niha jî di nava DAIŞ’ê de heman karî dike.

Piştî çeteyên DAIŞ`ê herêmên di bin kontrola xwe de yên li Iraqê ji dest dan û Heşda Şabî ber bi bajarê El-Qaim ê bi ser sînorê Sûriyê -Iraqê ve çû, Ebû Mihemed ji Iraqê berê xwe da xaka Sûrî û di 27.07.2018`an de wekî penaberekî iraqî derbasî kampa Holê bû.

Destpêka ku Ebû Mihemed derbasî kampê bûye, li derdora bazarê, madeyên xwarinê difirotin û dawiya heman salê, piştî ku çeteyê bi navê"Husam Talib Fadil" nas kir careke din tev li nava komên çeteyên DAIŞ`ê bû. Husam Talib Fadil li hundirê kampê di nava şaneyên ewlehiyê yên DAIŞ`ê de cihê xwe digirt.

Çeteyê bi navê Ebû Mihemed di nava şaneya bi navê Ebû  Ekrem de çavkaniya agahiyan bû, di navbera endamên şaneyê de yên li hundirê kampê çek û madeyên teqemeniyê vediguhast û sûcên qetilkirinê pêk dianî.

Şaneya Ebû Ekrem ji 6 çeteyan pêk tê û kesên bi navên Haşim Şelal Zêdan ê bi navê Ebû Ekrem, Husam Talib Fadil, Ella Abdulrezaq, Mihemed Abdusetar û Enwer Ebû Mariya ew şane bi rê ve dibirin.

Şaneya bi navê "Ebû Ekrem" 3 sûcên qetilkirinê pêk anîne, ew jî qetilkirina Misab Yusif, ‎Ehmed El-Casim û Ebû Xidêr e. Heta gef li gelek kesên din ên ku bi Rêveberiya Sivîl û hêzên ‎ewlekariya yên li kampê re dixebitîn, xwarine.‎

Misab Yusif Ehmed (1997), di 13.08.2020’an de li beşa yekemîn a dewreya 94’an birîndar bû û piştre di 03.10.2020’an hate qetilkirin. ‎

Ehmed Elî El-Casim (28), endamê meclisa iraqî ya li kampê ye, ji aliyê beşa yekemîn A-15 ‎di 3`yê Adara 2021`ê saet 3`yê sibê hate qetilkirin.‎

Lê belê ajansa me nikarî navê qurbanê bi navê bi navê"Ebû Xidêr" ê ku di 10`ê ‎Kanûna 2020`an de hate qetilkirin, bi dest bixisita.‎

Li gorî îtîrafa çeteyê bi navê Ebû Mihemed ku ji ajansa me re axiviye, îşaret bi çavkaniya çekan û rêya ‎derbaskirina wan a ji hundirê kampa Holê re kir û got: "Erka min wergirtina tişta ku ‎ji derveyî kampê dihat û radestî şaneyê bikim, bû, nexasim veguhastina çekan."‎

Çete ev yek li gotina xwe zêde kir: "Min ji ajokarê sehrîca Erkan Nofel Ilêwan çek wergirtin, ‎ji wan dabançeya 9 m, dabançeya clock a amrîkî, çerçûrên van çekan û alavên bêdengkirinê û bi  rêya jinan min ji Ebû Ekrem re dişandin, ji  ber jin laçikan li xwe dikin û balê ‎nakişînin."‎

Erkan Nofel Ilêwan ku hemwelatiyê iraqî (22) ji hêla niştecihê li beşa 3’yan a F-3k di 23’yê Çileya 2021’an de saet di 5’ê sibehê bi guleyan hate qetilkirin.

Têkildarî hedefgirtin û armancên şaneyê çete Ebû Mihemed wiha got: "Me kesên danûstandin bi rêya rêveberiya sivîl û aliyên ewlehiyê û meclisa iraqî re dikirin hedef digirtin. Da ku fikireya DAIŞ’ê nefret dikin werin sînordarkirin û ji nû ve dewleta xîlafê piştî têkçûnê ava bikin.

Çete Ebû Mihemed destnîşan kir ku her kesê karê xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re berdide û têkiliyan ji derveyî DAIŞ’ê datîne, tê kuştin.

Têkildarî çavkaniya agahiyan Ebû Mihemed da zanîn ku agahî ji kesekî li derveyî kampê dihatin wergirtin, ew jî  ji gundê El-Hedadiyê bi navê "El-Cerah" dihat naskirin.. Ev agahî li gorî perspektîfên ku ji hundirê kampê dihatin û perspektîfên berpirsên "Dewleta El-Xîlafê" pêk dihatin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KqsIbdMhYJ0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>