Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê derbasî roja 5`emîn bû

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 28`ê Adarê de bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin di roja 5`ê de li beşa 6`emîn, didome.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê derbasî roja 5`emîn bû
1 nîsan, 2021   04:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka YPJ, YPG û QSD`ê ji bo paqijkirin û bêbandorkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê, di 28`ê Adarê de Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyona kete roja 5`ê û li beşa 6`emîn didome  .

Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên ewlekariya hundirîn a 4 rojên derbasbûyî zêdetirî 70 çeteyî hatiye girtin û di nav de serçete jî hene. Her wiha heta niha gelek telefon, leptop, guleyên çekan, cilên leşkerî û pergalên teqemeniyê hatine desteserkirin.

Duh êvarî jî Hêzên Ewlekariyê ragihand ku hêzên wan dadgerê DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Mihemed El-Cimêlî yê ji Iraqê û emîrê DAIŞ`ê yê bi navê Mihemed Abdurehman Şerîf Debax yê ku ji Cezaîrê ye, girtine.

Xebatên nûkirina belgeyên niştecihên li kampê jî berdewam dikin.

Operasyon di roja 5`emîn de dewam dike.   

ANHA