Çi wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike yek? Çareserî çi ne?

Hêzên dijberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêçkirina herêmê bi rêya girtina dergehan girantir dikin û dergehan wekî amûreke şantaj û zextê bi kar tînin. Ruxmî nakokiyên wan hêzan jî, lê belê di vê pêngavê de bûn yek. Gelo armanc ji wê çi ye? Çareserî çi ne?

Çi wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike yek? Çareserî çi ne?
1 nîsan, 2021   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Aliyên dibjerî Rêveberiya Xweser bi rêya girtina dergehên bi herêmê re, siyaseta birçîkirinê li dijî gel dimeşînin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dergehên fermî hene ku beriya aloziyê vekirî bûn ew jî; Dergeha Til Koçer/Yeirûbiyê (Rebîa), Dergeha Qamişlo (Dergeha Nisêbîn), Dergha Girê Spî (Akçiqalê). Lê belê hikumetên Tirkiyê û Iraqê bi bihaneya ku tenê bi hikumetan re didin û distînin, ev dergeh girtin. Tevî ku di dema dagirkirina Girê Spî ji aliyê DAIŞ`ê ve Dergeha Girê Spî vekirî hiştibûn, her wiha dergehên li bajarên di bin dagirkeriya çeteyan de wekî Cerablus, Ezaz û Idlibê jî vekirin.

Li kêleka wê yekê, li bajarê Minbicê ku dergeha ketina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi herêmên serweriya hêzên hikumeta Şamê ve girêdayî ye, dergehek heye û bûye amûrek di destê hikumetê de, ji bo zextê li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Hikumeta Şamê gelek caran bi zanabûn dergehê digire û nahêle ku madeyên xwarinê derbasî herêmê bin, an jî bacên mezin li ser madeyan ferz dike ku dihêle nirxê wan bilind bibe û welatî nikaribin bikirin.

Her wiha Dergeha Um Cilûd heye û di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye. Ew dergeh li gorî fermanên dewleta Tirk tê girtin û vekirin. Dewleta Tirk heman siyaseta hikumeta Şamê ya ferzkirina bacan li ser madeyên ku dikevin herêmê, ferz dike. Madeyên ku dikevin herêmê tenê madeyên tirkî ne û rê nadin ku madeyên xwarinê, derman û alavên tenduristî derbasî herêmê bin.

Yek ji dergehên girîng ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dergeha Sêmalka ya bi Başûrê Kurdistanê re ye. Ev dergeh di bin serweriya PDK`ê de ye ku siyasetên wê jî ji siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk, ne cuda ye. PDK dergeha navborî wekî rêbazeke zextê li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, da ku hin armanc û destkeftiyên siyasî bi dest bixe û ajandeyên xwe li herêmê pêk bîne. Ji lew re, dem bi dem Dergeha Sêmalka digire.

Dergeha Til Koçer ê li bajarokê Til Koçer/Yeirbûiyê û li hemberî wê li xaka Iraqê Dergeha Rebîa heye, ew jî yek ji dergehên girîng e ku Sûriye û Iraqê bi hev ve girê dide. Hikumeta Iraqê ji destpêka rizgarkirina bajarok ji aliyê YPG/YPJ`ê ve di dawiya 2013`yan de ji çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê, dergeh girt û hemû rengên bazirganiyê û derbaskirina madeyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin rawestandin.

Lê belê Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî NY`yê destûr da ku Dergeha Til Koçer tevî 3 dergehên din ên bi Urdun û Tirkiyê re, li gorî biryara 2014`an bên vekirin, da ku alîkariyên NY`yê bigihêjin Sûriyê.

Ew deregeh tenê heta destpêka par, tenê ji bo alîkariyên mirovî hatibû veqetandin. Di 10`ê Çileya 2020`an de piştî gefa Rûsya ya bikaranîna vetoyê li kêleka Çînê li dijî biryara NY`yê, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bi awayekî fermî Dergeha Til Koçer û Dergeha Remsa ya li ser sînorê Sûriyê-Urdunê ji lîsteya dergehên sînorî yên tên bikaranîn rakir û hemû alîkariyên NY`yê yên bi rêya sînor ji bo herêmê tên şandin hatin rawestandin.

Rûsya li dijî vekirina Dereha Til Koçer e, ji ber ku dixwaze rewşeke defecto(kêmasî) li ser rêxistina navneteweyî ferz bike û bihêle ku hemû alîkarî bi rêya hikumeta Şamê derbas bibin, ku bi saya Rûsya wê zêdetirî nîvê xaka Sûriyê vegerand bin serweriya xwe. Bi wê rengî Rûsya dixwaze ku siyasetên xwe li ser herêmê ferz bike û herêmê vegerîne bin desthilata hikumetê û wê hikumetê rewa nîşan bide.

 ‘DORPÊÇ BI ARMANCA TESLÎMGIRTINÊ YE’

/kr/uploads/files/2021/03/31/203538_-.webp

Têkildarî mijarê, rêveberê Navenda ‘Kurdên Bêsînor’ Kadar Pîrî wiha got: “Her kes hewl dide dorê li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê teng bike, çi rejîm û Rûsya, çi jî dewleta Tirk û hikumeta Başûrê Kurdistanê dibe.”

Pîrî wiha lê zêde kir: “Sedemên her aliyekî hene, bi taybetî rejîm û Rûsya. Ew hewl didin Rêveberiya Xweser neçarî qebûlkirina xwestekên rejîmê bikin. Berê jî gef xwaribûn û gotibûn eger herêm radestî rejîmê neyê kirin wê dewleta Tirk herêmê dagir bike.”

Pîrî daxuyand ku “hikumeta Şamê û Rûsya ew yek li Efrînê kirin û niha li Eyn Îsa dikin û destnîşan kir ku piştî hewldanên wan bi bin ketin, mijara dorpêça aborî li ser rêveberiyê xistin rojevê. Beriya demekê me rengekî din ê dorpêçê dît, herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev qut kirin. Rûsya û rejîm bûne hevkarên dewleta Tirk a dagirker di qutkirina alîkariyan li ser herêma Şehbayê de. Ew di wê de jî bi bin ketin. Ji lew re berê xwe dan girtina dergehan, nexasim dergehên navneteweyî.”

Li ser sedemên girtina dergehan ji aliyê hikumeta Şamê ve, Pîrî got: “Rewş li herêmên rejîmê ne baş e, lê belê hewldana Rûsya ya girtina dergeha Til Koçer jî parçeyekî dorpêça sêalî ya li ser Rêveberiya Xweser e. Her wiha di hundir rejîmê de nakokî hene û bi taybetî li herêmên dergehan. Furqeya 4`an heye ku dixwaze her tiştî bixe bin serweriya xwe, milîsên Îranê û aliyên din jî di hundir rejîmê de hene. Yek ji pirsgirêkên sereke, nakokiyên di navbera wan hêzan de ye. Rejîm êdî ne dewletek û hêzeke tenê ye, heta artêşa wê veguheriye milîsan ku her yek bi tena serê xwe kar dike.”

Pîrî da zanîn ku “Rejîm û Rûsya bi van kiryaran hewl didin xêr û bêrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin bin serweriya xwe wekî ku berê dikirin. Di encamê de dê herêmê xizan û birçî bikin. Dixwazin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî girêdayî fermanên rejîmê bikin û gelê herêmê li benda zekaya rejîmê bihêlin.”

Rêveberê “Kurdên Bêsînor” Kadar Pîrî daxuyand ku bi vê yekê dê rewş beriya 2011`an vegere û got: “Rejîm û Rûsya bi hev re vê plan dikin anku vê xeyal dikin, ku her tişt wekî berê vegere.”

Ji bo herêma Başûrê Kurdistanê jî, Pîrî destnîşan kir ku “piştî aliyên ku digotin wê serweriyê li herêmên Kurdan li Sûriyê bikin têk çûn, ew bawer dikin ku bi vê rêbazê bihêlin rêveberî şertên wan qebûl bike û bibin hevkarên destkeftiyên ku piştî 10 salan hatine bidestxistin. Ev yek li hemberî rêveberiyê û fedekariyên hatine dayîn neheqiyek e.”

Têkildarî dorpêça ku dewleta Tirk a dagirker ferz dike jî, Pîrî got: “Xala girîng ew e ku dewleta Tirk ku Sûriyê bi temamî dixwest û ew siyaseta wê bi bin ket, niha armanca wê ya sereke tunekirina pêkhateya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin e. Ew ditirsin ku gelên hundirî Tirkiyê jî azadiya xwe bixwazin. Gelek sedem hene ku dihêlin dewleta Tirk bibe dijmina van hêzan û vê rêveberiyê.”

Pîrî da zanîn ku “yek ji xalên sereke ku dihêle dewleta Tirk şerê vê rêveberiyê bike, ne tenê bi girtina dereh û sînoran lê belê bi hemû rêbazan, tunekirina Kurdan e. Anku bi gotineke din tunekirina vê fikirî ye ku biratiya gelan di navbera gelên vê herêmê de (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ava kiriye.”

‘BERJEWNEDIYAN DIJMINÊN RÊVEBERIYÊ KIRIN YEK’

Pîrî bal kişand ser sedemên lihevkirina van aliyan li ser dorpêçkirina Rêvebeirya Xweser û wiha got: “Berjewendî, van her sê aliyan tînin cem hev, her kes li berjewendiyên xwe digere. Rejîm û Rûsya ji aliyekî ve, dewleta Tirk ji aliyekî ve û herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyekî din ve, ku dixwaze Kurdên li vê herêmê girêdayî wê bin anku li pişt wê bin.

Berjewendiyên wan dihêlin ku ew li dijî Rêveberiya Xweser di yek xendekê de bin. Helbet, em ji bîr nakin ku danûstandinên dewleta Tirk bi hemû aliyan re, bi rejîmê û Rûsya re, peymanên ku pêk hatine û zexta yekser li ser Başûrê Kurdistanê. Ev yek di girtina dergeh û sînorên bejahî û asîmanî bi herêma Başûrê Kurdistanê re piştî referandûmê, xuya bû.”

Pîrî daxuyand ku “dewleta Tirk piştgiriya hemû aliyên li dijî QSD`ê dike, heta komên terorîst û DAIŞ, El-Nusra, Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê. Ew çeteyên dewleta Tirk in û piştgiriya xwe ji wê digirin. Rola dewleta Tirk di vê lîstokê de ya herî xirab e.”

 ‘BANDORÊN XETER’

Rêveberê ‘Kurdên Bêsînor’ Kadar Pîrî der barê helwesta navneteweyî ji wê yekê de wiha got: “Het niha tu tevgerên navneteweyî li hemberî herêmê çênebûne, heta rêxistinên hiqûqî jî di vê derbarê de tevger nekirine. Tenê wezîrê karên derve yê Amerîkayê di dema serokatiya Meclisa Ewlehiyê de helwest nîşan da û banga vekirina dergehên Bab El-Hewa û Til Koçer bi awayekî fermî kir.

Ev destpêkek baş e ji Amerîka ku dorpêça li ser Rêveberiya Xweser rabe. Ew yek ji bo şêniyên herêmê, ji bo koçberên li herêmê û ji bo têkoşîna li dijî terorê girîng e. Dema ku dorpêç hebe, tê wateya ku xizanî û birîçîbûnê li vê herêmê hebe. Dema ku pêdiviyên şêniyên vê herêmê bên peydakirin, dê fikirê terorîst di nava wan de belav nebe.”

Pîrî ji bandorên dorpêçê hişyarî da û got: “Em bala xwe bidinê, her tim fikirên terorîst li herêmên herî xizan ên cîhanê û herêmên paşketî belav dibe. Ji lew re, em dibînin ku ev gava Amerîkayê baş e û pêwîste welatên din jî bi vê rengî tevbigerin û yekser piştgiriyê bidin vê herêmê, da ku bibe nimûneyeke jiyana hevbeş ji bo tevahî Sûriyê.”

LI GEL DIJMINEKÎ MAYÎNDE, ÇARESERÎ ÇI NE?

Têkildarî çareseriyên ji bo sekinadina li hemberî wê yekê, Pîrî got: “Ne her tim çareserî bi xwe spartina derve ye yan jî xwestina çareseriyekê ji derve ye. Çaresreî di destê Rêveberiya Xweser de jî hene. Kêmasiyên rêveberiyê jî di hin aliyan de hene bi taybetî di aliyê çandiniyê de. Divê rêveberî bi hemû rêbazan hewl bide ku pêdiviyên çandiniyê peyda bike û piştgiriya cotkaran bike.

Divê rêveberî piştgiriyê bider projeyên taybet, an jî projeyên çandiniyê bi pêş bixe. Divê bi qasî dikare, xwe bispêrin hêza xwe. Me tiştên baş di vê derbarê de bihîstin wekî kargeha zeytê û kargehên din, lê divê bi awayekî berfirehtir be.”

Kadar Pîrî diyar kir ku divê bername û planên şeşalî hebin da ku em tiştan ji derve nekirin û got: “Divê em xwe bispêrin hêza xwe, nexasim ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve wekî depoyê piştgiriya aboriyê ya ji bo tevahî Sûriyê ye. Divê ev yek bê îstismarkirin da ku em ji mijara girtina dergehan xilas bibin. Divê pêwîstiya welatên cîran bi Rêveberiya Xwerser hebe.”

Rêveberê Navenda ‘Kurdên Bêsînor’ Kara Pîrî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xweparastina hêza xwe, dayîna derfetan û piştgiriya cortkaran, ji xalên sereke ne da ku em xwe li herêmekê ku cîranên wê her tim şerê me dikin, ragirin.”

(cx)

ANHA