Emîrê DAIŞ’ê yê cezaîrî li Kampa Holê hat girtin

Di operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya li Kampa Holê de hatiye destpêkirin, çeteyekî DAIŞ’î yê ku ji Cezaîrê ye hat girtin.

Emîrê DAIŞ’ê yê cezaîrî li Kampa Holê hat girtin
1 nîsan, 2021   02:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di operasyona Kampa Holê ku 4 roj li pey xwe hişt de, çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Abdurehman Şerîf Debax ku xelkê Cezaîrê ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat girtin.

Berpirsayarekî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA’yê re got, çeteyekî rêxistina DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Abdurehman Şerîf Debax ku di sala 1989’an li Cezaîrê hatiye dinê di operaysona Kampa Holê de hat girtin.

Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Abdurehman Şerîf Debax berî ku derbasî Kampa Holê bibe li navçeya Şedadê ya bi ser Hesekê ve û li Reqayê jî emîrê leşkerî yê DAIŞ’ê bû. Piştî ku di nava şer de birîndar dibe û çavê xwe kor dibe, derbasî kampa Holê dibe. Çete Şerîf Debax li Kampa Holê jî bûye emîrê zekatê yê DAIŞ’ê.

ANHA