Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi beşdariya malbatên şehîdan û sedan şêniyan merasîma bîranîna 63 şehîdan li dar xist. Ew şehîd di demên cuda ji mehên Sibat û Adarê de di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gihaştin asta şehadetê.

Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan
Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan
Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan
Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan
Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan
Li Dirbêsiyê merasîma bîranîna 63 şehîdan
31 adar, 2021   19:33
HESEKÊ

Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya navçeya Dirbêsiyê û bi beşdariya bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî li dar ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û îşret bi rola şehîdan û berdêlên ji bo parastina welat dane, kir û got: "Şehîdan di oxira parastina welat, jiyana birûmet û aştiyane canê xwe da."

Ubêd bi vê yekö axaftina xwe bi dawî kir: "Heta pêkanîna armancên şehîdên ku canê xwe ji bo me daye, em şopdarên rêya şehîdan e."

Dûvre bi navê hêzên QSD`ê Umeran Orkêş axivî û da zanîn ku şehîd xwediyên şoreşê ne û ew wekî hêzên leşkerî erka şopandina rêya têkoşîn û armancên wan girtine ser milên xwe. Ew îro 63 şehîdan bi bîr tînin û careke din soza berxwedanê heta pêkanîna jiyaneke azad a ji bo gelên xwe didin.

Piştî merasîm bi dawî bû, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hojîn Hêris nasnameyên şehîdan xwendin û girseya gel diruşmên "Şehîd namirin" berz kirin.

(eh)

ANHA