Wezîrê karên derve yê Iraqê banga çareserkirina rewşa kampa Holê kir

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên banga peydakirina çareserkirina rewşa mirovî li kampa Holê kir û bal kişand ser girîngiya ku derfetê nedin fikrên çeteyên DAIŞ`ê belav bibin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê banga çareserkirina rewşa kampa Holê kir
31 adar, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên di civîna wezîran a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de ku duh hate lidarxistin, wiha got: "Em spasiya dewletên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku destekê didin ji bo têkbirina rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û spasiya xebatên wan di destekdayîna vegerandina aramiyê de, pêşkêşkirina xizmetên sereke ji bajarên rizgarkirî re, vegerandina koçberan li bajarê wan û xurtkirina xebatên avakirinê, dikin."

Fûad Hisên tekezî li ser girîngiya xurtkirina xebatê, xebatên navneteweyî ji bo çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê re ku bandora wê ya yekser li ser ewlehî, aramiya navneteweyî heye û bêaramiya li Sûriyê dibe ku di pêşerojê de bandorê li rewşa ewlehiya li Iraqê bike.

Fûad Hisên di axaftina xwe de banga çareserkirina rewşa mirovî ya malbatên di kampa Holê de kir ku derfetê nedin rêxistina DAIŞ`ê ku kampên koçberan binpê bike, fikrên terorîst belav bibin û ji nû ve xwe birêxistin bike. Her wiha tekez kir ku helwesta hikumet û gelê Iraqê di berdewamkirina şerê li dijî DAIŞ`ê û de didome û hêzên ewlehiyê tecrubeyên xwe di vî alî de hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Adarê de operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê da destpêkirin da ku bandora çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wê di kampê de tune bike.

(bx)