Weqfeya Newroz: Meşeleya Newrozê û berxwedana Ekîto dê pêxistî bimîne

Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî got meşeleya berxwedana Newrozê û berxwedana Ekîto ruxmî hemû sûcên terorîst û komplogeran dê pêxistî bimîne.

Weqfeya Newroz: Meşeleya Newrozê û berxwedana Ekîto dê pêxistî bimîne
31 adar, 2021   09:16
BEYRÛT

Weqfeya Newroz ji Beyrûtê bi boneya Cejna Ekîto peyama pîrozbahiyê ji serokê Partiya Yekitiya Suryanî a Cîhanî re şand.

Weqfeya Newroz di destpêkê de 1`ê Nîsanê ku cejna Sersala Babilî ya Asûrî, Suryanî, Kildanî(Ekîto) ku xwedî dîrokeke kevnar e li tevahî gelên herêmê û gelê Suryanî, Asûrî û Kildanî pîroz kir.

Weqfeyê got cejna Newrozê û cejna Ekîto di çarçoveya zehmetiyên mezin ku li herêmê diqewimin de, hatin pîrozkirin, her wiha li Lubnanê jî di demeke ku xeteriyên mezin yên siyasî, aborî û ewlehiyê li ser Lubnanê hene de, ev cejn tê pîrozkirin.

Weqfeyê diyar kir ku têkoşîn, berxwedan û yekîtiya gelên herêmê hemû zehmetî û gefên li ser herêmê derbas kirin û mîrasa dîrokî ku me dike yek ji hemû binpêkirin û sûcên DAIŞ`ê ku dewleta Tirk û hevalbendên wê li herêmê pêk tînin mezintir e. Berxwedana gelê me yê Suryan, Kurd û Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedîderketina li vê mîraseyê îsbat kiriye.

Weqfeya Newroz teqez kir ku meşeleya berxwedana Newrozê û berxwedana Ekîto dê ruxmî hemû sûcên terorîst û komplogeran pêxistî bimîne.

Weqfeya Newroz di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê girîngiya hevalbendiya rast a di navbera gel de ku bingeha pîvan û felsefeya netewa demokratîk e û xwe dispêre jiyana hevbeş û biratiya gelan, esas bigirin.

(bx)

ANHA