Çalakiya konvedanê ya li Reqayê di roja 4'an de didome

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Reqayê di roja 4'an de didome. Di çalakiyê de hate gotin ku fikirê rêber Abdullah Ocalan bandor li tevahî gelan kir.

Çalakiya konvedanê ya li Reqayê di roja 4'an de didome
30 adar, 2021   14:55
REQA

Çalakiya konvendanê ya ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Rêveberiya Jinan a Reqayê ve tê birêvebirin, di roja 4'an de didome.

Şêniyên gundewarê başûrê Reqayê, sazî û meclisên jinan, Hêzên Parastina Civakî, Partiya Sûriya Pêşerojê serdana çalakiyê kirin.

Di bin kon de axaftin hatin kirin.

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, cîgira serokatiya meclisê partiyê ya Reqayê Zuleyxa Ebdî axivî û got: "Em diyar dikin ku em ê têkoşîna parastina mafên rewa yên tevahî jinan bidomînin û piştgiriyê didin her girtiyek û berxwedêrekî. Xeta rêbertî di rewşên herî zor û zehmet de li Rojhilata Navîn nimuneyeke rasteqîn e."

Bi navê HPC'ê Firyal Mûemer axivî û got: "Fikirê rêber Abdullah Ocalan li tevahî nifşan xwedî bandor e, ev fikir jin rizgar kir ku bû meşeleya berxwedanê."

Bi navê meclisa aliyê başûrê Reqayê Asya Îbrahîm jî bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û got: "Berdewama komployê eşkere û diyar e, bi fikir û projeya rêbertî ya neteweya demokratîk em şiyar bûn. Em jinên Sûriyê yên têkoşer soz didin ku em ê xeta rêbertî bişopînin û asta girîngiya fikirê wî îsbat bikin."

Çalakî dê sibe bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tlPNDvGVxxU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>