Mafên jinan di qanûnên navneteweyî de mijara komxebata li Qamişloyê bû

Bi armanca xurtkirina rola jinan di aliyê siyasî û qanûnî de, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê komxebatek bi navê "Mafên siyasî yên jinan di qanûnên navneteweyî de" li navenda xwe ya li Qamişlo li dar xist.

Mafên jinan di qanûnên navneteweyî de mijara komxebata li Qamişloyê bû
30 adar, 2021   14:35
QAMIŞLO

Berpirsa Dosyaya Jinan a Partiya Nûjen û Demokrat Heyfa Mehmûd komxebat bi rê ve bir, di komxebatê de endam û rêveberên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Komxebat li ser 3 mijaran hate birêvebirin; peymana CEDAW, peymanên navneteweyî yên parastina qanûnî û şîrovekirina biryara 1325.

Heyfa Mehmûd di destpêkê de behsa Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan kir û wiha got: "Di madeya duyemîn a wê ragihandinê de heye ku her mirov û bê cudahî dikare maf û azadiya xwe pêk bîne. Di madeya 20’an de jî her kesek mafên azadî û hevpariya di komeleyên aştiyane de heye. Girêdayî wê di madeya 6’an a ji Ragihandina Qahîrayê de hate gotin ku mafên mirovan di îslamê de û wekheviya di navbera mêr û jinan de heye."

Heyfa Mehmûd îşaret bi peymanên taybet ên bi mîsaqên navneteweyî kir û wiha domand: "Di vê madeya 3’yan a vê peymanê de hate gotin ku divê dewlet wekheviya di navbera mêr û jinan de ji aliyê mafên siyasî pêk bîne û li gor madeya 22’yan mafên her kesî di bernamzetiya hilbijartinan de heye."

QANÛNA CEDAW

Heyfa Mehmûd li ser peymana CEDAW wiha axivî: "Ew peyman ji peymanên girîng e ku nûnertiya temamkirina dozên jinan dike, wesifbûna komeke mirovan ava dike û ji naveroka ku mafên mirovan nîqaş dike, rûmeta ferd û wekheviyê di navbera jin û mêran de misoger dike."

Qanûna Cedaw di 1979’an de ji aliyê NY'yê ve hate pejirandin û bi mîsaqa navneteweyî ya mafên jinan e tê wesifandin, ev peyman ji aliyê 180 dewletan ve hatiye erêkirin.

MADEYÊN QANÛNÊ

Heyfa Mehmûd 30 madeyên peymana CEDAW ên girêdayî mafên jinan eşkere kirin û wiha pê de çû: "Ji yek madeyan, wekheviya di navbera mêr û jinan de ye, azadiya bingehîn di qadên siyasî, aborî û civakî de, biryara parastina qanûnî ya wekheviya jin bi mêr re, garantiya parastina aktîf a jinan bi rêya dadgehên nîştimanî yên taybet û saziyên giştî yên dîtir."

Heyfa Mehmûd diyar kir ku li gorî qanûnê divê dewlet her du aliyan di tevah qandan de wekhev bigire, nexasim jî qadên siyasî û civakî, aborî û rewşenbîrî. Li rex wê jî divê jinan bi pêş bixe, da ku maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi kar bînin.

Heyfa Mehmûd diyar kir ku di madeyekê de heye ku divê dewlet tevahî tedbîrên guncaw ên misogerkirina mafên jinan pêk bînin, da ku nûnertiya xwe di birêvebirina xwe li ser asta navneteweyî de bi rê ve bibe û beşdarî xebatên rêxistinên navneteweyî bibe.

Di dawiyê de beşdaran li ser van madeyan nîqşa kir û gotin, ev qanûn li herêmên Sûriyê bi pratîkî pêk nayê. Lê piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û damezrandina Rêveberiya Xweser jinan piranî maf û qanûnên xwe li herêmê wergirtin.

Heyfa Mehmûd li dawiyê hin xalên biryara 1325 eşkere kirin û wiha got: "Ji xalên herî girîng ew e ku jin di tevahî astan de beşdarî biryardayînê bibin, jin û keç werin parastin û xebat ji bo qedexekirina tundiya li dijî jinan pêk were."

(fr)

ANHA