DYA bang li hevalbendên xwe kir ku aloziya Kampa Holê çareser bikin

Bi kûrbûna aloziya Kampa Holê re ku malbatên DAIŞ`ê tê de dimînin, DYA`yê bang li hevalbendên xwe yên Ewropayê kir ku wê aloziyê çareser bikin.

DYA bang li hevalbendên xwe kir ku aloziya Kampa Holê çareser bikin
30 adar, 2021   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Amerîkayê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de, John Godfrey got ku DYA bang li hevalbendên xwe yên ewropî kiriye ku ji bo çareserkirina aloziya Kampa Holê rolekê bilîzin û hemwelatiyên xwe yên xwedî nasnameyên ewropî ji nû ve perwerde bikin.

Godfrey diyar kir ku zêdetirî 2 hezar çekdarên ne iraqî û sûrî li cem hevalbendên Koalîsyona Navneteweyî girtî ne û destnîşan kir ku hejmara malbatên wan derdora 10 hezarî ye.

Godfrey da zanîn ku hebûna bi hezaran zarokan li Kampa Holê heta çend salan, fikarên Washington û hevalbendên wê çêdike û got xeterî heye ku şêniyên kampê bên veguhestin û kiryarên xirab pêk bînin.

Godfrey bi bîr xist ku “DAIŞ`ê hîna gefan li ser hevalbendên koalîsyonê li Sûriyê, Iraqê û hwd çêdike. Êrişên li ser bingeha fikrê DAIŞ`ê dê berdewam bikin. Li aliyekî din Washington hewl dide bi rêya hevalbendên xwe yên herêmî û navneteweyî, rê li wan êrişan bigire.”

Godfrey li ser bikaranîna DAIŞ`ê ji herêmên di navbera sînorên hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê de ji bo pêkanîna êrişên nû, metirsiyên xwe anî ziman.

Nûnerê taybet ê Amerîkayê yê di Koalîsyona Navneteweyî de John Godfrey îşaret bi civîna wezîrê karên derve yê Amerîkayê û rayedarên koma biçûk a dewletên endamên Koalîsyona Navneteweyî kir ku dê roja sêşemê bê lidarxistin û diyar kir ku dê balê bikişînin ser hewldanên koalîsyonê yên ji bo rêgirtina li vegera DAIŞ`ê, rola koalîsyonê di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û rêbazên fînansekirina wê, peydakirina alîkariya mirovî ji bo şêniyên ku zirar dîtine, xurtkirina îstiqrarê li herêmên ku çete jê hatine derxistin û pitşgirîdayîna hevalbendên herêmî.

 (şx)