Li Kampa Holê gule hatin dîtin û lêgerîna li çekan berdewam e

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di berdewama Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, li Kampa Holê miqdarek gule dîtin. Lêgerîna li çekan hîna berdewam e.

Li Kampa Holê gule hatin dîtin û lêgerîna li çekan berdewam e
30 adar, 2021   06:32
HESEKÊ

Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê ji bo tunekirina rêxistinbûna jinên DAIŞ`î û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê daye destpêkirin, dewam dike. Xebatên kontrolkirin û lêgerînê di roja 3`yemîn a operasyonê de dewam dikin.

Tîmeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya xebatên lêgerînê de, di konekî li beşê duyemîn ê taybet bi penaberên Iraqê de miqdareke guleyên (kalşînkov)dît.

Hate ragihandin ku lêgerîna li çekan li wî konî û derdorê wê bi rêya cîhazên lêgerîna li çekan û madeyên teqemeniyê ku hêzên ewlekariyê di operasyonê de bi kar tînin, dewam dike.

(cx)

ANHA