Bavê girtiyekî siyasî: Dewleta Tirk guh nade qanûnan û dîktatoriya xwe dimeşîne

Bavê girtiyekî siyasî yê di girtîgehên dewleta Tirk de, diyar kir ku hikumeta Tirk qanûnan nas nake û li gel bêdengiya navneteweyî desthilata xwe ya hov û dîktator li ser girtiyan dimeşîne.

Bavê girtiyekî siyasî: Dewleta Tirk guh nade qanûnan û dîktatoriya xwe dimeşîne
29 adar, 2021   08:37
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di demên dawîn de hikumeta Tirk operasyonên binçavkirinê yên li dijî siyasmetmedarên Kurd, parlamanter û hevşaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, zêde kirin û hevşaredar ji peywirê derxistin û kesayetên girêdayî AKP`ê li şûna wan bi cih kirin.

Hikumeta Tirk gelek kesên ku di 2014`an de tev li xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûne, girtin da ku berxwedana gelê Kurd derbe bike.

‘HIKUMETA TIRK QANÛNAN PAŞGUH DIKE’

Têkildarî mijarê, bavê girtiyekî Kurd ê di girtîgehên dewleta Tirk de Îsmaîl Şêxo yê ji bajarê Kobanê wiha got: “Dewleta Tirk dijminahiya gelê Kurd dike û li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd, parlamanter û kesên ku ji aliyê gel ve hatine hibijartin, dike armanc. Bi wê yekê hewl dide dengê heqiyê bibire û armancên xwe yên vejandina desthilata Osmanî pêk bîne.”

Şêxo got dewleta Tirk, Kurdên ji Rojava yên ji ber şer bi darê zorê ji herêmên xwe hatine koçberkirin, hedef digire û wan bi tawanbariyên bêbingeh binçav dike.

Îsmaîl Şêxo wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk 36 sal cezayê girtinê li lawê min birî. Ew 16 sal e girtî ye. Ruxmî ku parêzerên wî ji me re teqez kir ku li gorî îfadeya wî li dadgehê divê tenê 7 salan di girtîgehê de bimîne jî, lê dewleta Tirk îtirafê bi qanûnan nake û desthilata xwe ya hov û dîktator dimeşîne.”

Şêxo dibêje ku lawê wî Silêman (40) yê ji gundê Donxiz ê Kobanê, piştî ku fikirên rêber Abdullah Ocalan nas kirin, di 1999`an de anku di heman sala girtina rêber Abdullah Ocalan de tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû.

Silêman sala 2005`an li bajarê Sêrt ê Bakurê Kurdistanê dema ku xebatê birêxistinkirina gel dimeşand, hate girtin. Wî di îfadeya xwe ya li dadgehê de got wî çek ranekiriye, lê belê ji bo mafên xwe û mafên gelê xwe yên rewa xebatên siyasî dimeşandin.

Bavê Silêman îşaret bi girîngiya hevgirtina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî siyaseta dewleta Tirk a faşîst kir û bi domdarî got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike. Heke li Bakurê Kurdistanê em tune kirin, dê li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê ne, dê hewl bide me tune bike.”

ꞌSIYASETA FAŞÎST A DEWLETA TIRK CUREYEKE QIRKIRINA ETNÎK E’

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê pêk tên, girtiyên siyasî ji 27`ê Mijdara borî ve dest bi greva birçîbûnê kiriye û hemle zêdetirî 100 rojî ye dewam dike.

Silêman (Dogan) tevî hevalên xwe yên girtî ji beriya 100 rojî ve bi vîneke xurt dest bi greva birçîbûnê kiriye û banga pêkanîna daxwazên xwe dikin.

Bavê Silêman, Îsmaîl Şêxo destnîşan kir ku siyaseta faşîst a dewleta Tirk cureyeke qirkirina etnîk û qirkirina fikirî ya gelê Kurd e û wiha domand: “Dewleta Tirk bi hemû awayan zilmê li girtiyên siyasî dike, ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bigire û heta bi bêparkirina girtiyên Kurd ji mafên wan ên rewa. Ji lew re girtiyên siyasî li dijî vê siyaseta faşîst a dewleta Tirk derketin û dest bi greva birçîbûnê kir.”

Îsmaîl Şêxo got wek malbatên şehîdan û têkoşeran ew ê heta pêkanîna daxwazên zarokên xwe tê bikoşin û ji bo piştgirîdayîna wan dakevin qadan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gvHNtbGvUqk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>