Hemdan El-Ebid: Girtina dergehan şerê li hemberî debara gelê Sûriyê ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got girtina dergehan a ji aliyê hikumeta Şamê ve, encama rageşiya di navbera Rûsya û Îranê de ye ku dixwazin petrola Sûriyê û sûdgirtina ji gumrikê bixin bin serweriya xwe û gelê Sûriyê temenê vê yekê dide.

Hemdan El-Ebid: Girtina dergehan şerê li hemberî debara gelê Sûriyê ye
29 adar, 2021   07:29
REQA-EHMED EL-ELÎ

Roja duşema borî hêzên hikumeta Şamê dergeha Tebqayê ya di navbera herêmên di bin serweriya xwe û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi temamî girt.  Paşê rê da ku rewşên mirovî, xwendekarên zanîngehan û karmend derkevin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd diyar kir ku deh sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûne, tu însiyatîfên rast ji bo çareserkirina wê tune ne, hemû jî ji ber rageşiyên navneteweyî û herêmî ne û rageşiya dewletan li ser hesabê gelê Sûriyê ye.

Hemed El-Ebid di berdewama gotina xwe de da got: “Ji beriya çend rojan ve hikumeta Şamê dergeh û korîdorên di navbera Rêveberiya Xweser û hundirê Sûriyê de girtin. Divê nuqteyên ewlehiyê hebin, ne ku nuqteyên derbasbûnê yan jî gumrikê. Ew îdia dikin ku em tundraw in û gumrik wan ava kir.”

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku parvekirina siyasî ya dewletên herêmê li ser qada Sûriyê, bû sedem ku gelê Sûriyê zehmetiyan bikişîne, ji wan koçberkirin, qetilkirin, hilweşandin û herî dawî jî qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve.

Hemdan El-Ebid wiha pê de çû: “Nakokiyên di navbera Îran û Rûsyayê de şerê li Sûriyê girantir kir. Ev jî ji nakokiyên dawîn ên di navbera Feyleqa 5`an a alîgirê Rûsyayê û Firqeya 4`an a alîgirê Îranê de, girtina dergeha di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên Rêveberiya Xweser de, diyar dibe.”

Hemed El-Ebid wiha axaftina xwe domand: "Rageşiya di navbera Rûsya û Îranê de, rageşiyeke aborî ye da ku sûdê ji gumrika ku bazirgan ji bo kel û pelan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bikin, wergirin. Her wiha şerê li ser petrola Sûriyê şerekî hebûnê ye û gelê Sûriyê temenê wê dide."

Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser gelek caran banga rakirina qeyd û gumrikê kiriye da ku li hundirê Sûriyê û Bakur Sûriyê bi taybet debara jiyanê hêsan bibe.

Hemdan El-Ebid ev gotin lê zêde kir: "Em bi hêvî ne ku em berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em yek gel in û hêvî ji NY`yê û dewletên mezin dikin ku rewşa gelê Sûriyê bi taybet di dema belavbûna Koronavîrus û Qanûna Qeyser de ku li ser gelê Sûriyê pêk tê, ketina lîreya Sûriya ya li hemberî dolarê amerîkî ku barê welatiyên Sûriyê bi giştî giran kiriye, di ber çavan re derbas bike."

El-Ebid bang li NY`yê, civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl kir ku rêzê ji vî gelê Sûriyê bigire û rûmeta wan di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku Rêveberiya Xweser her tim banga rakirina qeyd, bend û gumrikê dike da ku li hundirê Sûriyê debar hêsan bibe.

El-Ebid wiha dewam kir: “Em hêvî dikin ku em berpirsyariyên xwe bi cih bînin, em yek gel in û hêvî ji NY`yê û dewletên mezin dikin ku rewşa gelê Sûriyê nexasim di dema belabûna vîrusa koronayê û Qanûna Qeyser de ku li ser gelê Sûriyê pêk tê, daketina lîreyê Sûriya ya li hemberî dolarê amerîkî ku vê yekê jî barê welatiyên Sûiryê bi giştî girantir kiriye, di ber çavan re derbas bike."

Hemed El-Ebid wiha  dawî li axaftina xwe anî: "Em wek Rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hêsankirina hemû rewşan, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê amade ne û dûrî berjewendî û hesabên navneteweyî ne."

Di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de 3 dergeh hene; dergeha Tebqayê, El-Ekêrşî ya li başûrê rojhilatê Reqayê û dergeha El-Tayha ya Minbicê.

(eh)

ANHA