Projeya ronîkirina bajarokên Ebû Hemam û Giranîçê ber bi dawiyê ve diçe

Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeya ronîkirina bajarokê Ebû Hemam, Giranîç û gundê El-Kişkiyê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê didomîe.

Projeya ronîkirina bajarokên Ebû Hemam û Giranîçê ber bi dawiyê ve diçe
29 adar, 2021   07:29
DÊRAZOR

Dîrekên ronîkirinê yên bajarokê Ebû Hemam û gundê El-Kişkiyê yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ber şerê li herêmê û bicihkirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê, hatibûn xirabkirin. Ji ber wê jî Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê di 11`ê Sibatê de dest bi projeya ronîkirinê kir.

Têkildarî mijarê gerînendeyê projeyê Elî El-Casim El-Asî ji ANHA`yê re diyar kir ku di 6`ê Nîsanê de dê proje bi dawî bibe û temamkirina projeyê 55 rojan dewam kir. Her wiha destnîşan kir ku lêçûna projeyê 11 hezar û 500 dolar e.

Destpêkê 40 dîrekên kevn hatin sererastkirin, 90 dîrekên nû hatin danîn, bingeha ronîkirinê hate avakirin, toreya kehrebeyê hate serastkirin, kablo û alavên ronîkirinê, jenetor û 130 lembe hatin danîn.   

Proje li ser rêyên giştî yên bajarokê Ebû Hemam û gundê El-Kişkiyê pêk tê. Ji ber sûkên herêmê bi hev girê dide û tê de dikanên bazirganiyê, mizgeft û navendên tenduristiyê hene.

El-Asî têkildarî kolana nexweşxaneya Ebû Hemam ku dirêjahiya wê 300 metre ye, got: "Nêzî 20 rojan dewam kir, ji 1’ê Sibatê heta 21’ê Sibatê. 18 dîrekên ronîkirinê tevî alavên wê hatin danîn. Lêçûna wê 48 hezar û 795 dolar bû.”

Der barê projeya ronîkirina bajarokê Giranîç de jî proje li kolana sereke pêk hat. Tê payîn ku proje li kolana şaredariyê û kolana Meqsem 54 rojan dewam bike. Li gorî ku tê payîn dê di 4`ê Nîsanê de bi dawî bibe.

El-Asî got werşeyan bi awayekî baş dest bi xebatên xwe kiriye, 120 dîrekên nû hatin danîn û 16 dîrekên kevn hatin restorekirin, 150 amûrên ronîkirinê, 130 lembe û jenetorek hatin danîn.

Rêyên ku hatine ronîkirin 3 hezar metre ye, li ser her du aliyên çerxerêya Giranîç ber bi kolana şaredarî û kolana Meqsem ve 900 metre ye û lêçûna wê 153 hezar û 510 dolar e.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lhRqrh4dhG8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>