Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê û Til Temirê şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera 35`emîn a şehadeta wî de bi merasîmên cuda li Goristana Şehîd Dijwar û Goristana Şehîd Cûdî bi bîr anî.

Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn
Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn
Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn
Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn
Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn
Li Hesekê û navçeyên wê şehîd Egîd hate bibîranîn
28 adar, 2021   12:05
 HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê û endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî li Goristana Şehîd Dijwar kom bûn û şehîd Egîd di salvegera 35`emîn a şehadeta wî de û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Beşdarên merasîmê wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Merasîma bîranînê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve, dest pê kir. Piştre endama rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka, bi navê YPG/YPJ`ê li kantona Hesekê Sînor Gelawêj û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Eseed, axivîn.

/kr/uploads/files/2021/03/28/121108_-large.webp

Zeyneb di destpêka axaftina xwe de şehîd Mahsûm Korkmaz û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd Egîd ji têkoşerên destpêkê bû ku agirê şoreşê li diîj zilm, dagirkeriya û faşîzma Tirk pê xistiye.”

Zeyneb diyar kir ku di roja îro de Rêveberiya Xweser sîstema demokratîk li herêmê pêk aniye û bi wê yekê dikare li hemberî hemû dagirkerên ku dixwazin destkeftiyên me tune bikin, bisekine.

Zeyneb destnîşan kir ku ew ê yekitiya gelan û armancên zarokên xwe yên şehîd pêk bînin û civakeke wekhev û adil ava bikin û wiha got: “Em ê têkoşînê bilind bikin û destkeftiyên ku bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin biparêzin, da ku em êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk bibin.”

/kr/uploads/files/2021/03/28/120743_-large.webp

Sînor Gelawêj jî daxuyand ku ji 21 heta 28`ê Adarê hefteya lehengiyê ye û got: “Hefteya lehengiyê bi şehadeta Mazlûm Dogan di roja 21`ê Adarê di girtîgehên dagirkeriya Tirk de dest pê kir. Piştre têkoşîn bilindtir bû û têkoşer Egîd di 28`ê Adarê de şeîd bû.”

Sînor soza parastina xak û gelê herêmê û şopandina rêya şehîdan da û got: “Li ku derê dibe bila bibe, em ji bo parastina gelên bindest amade ne. Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê gelên herêmê biparêzin.”

/kr/uploads/files/2021/03/28/120807_-large.webp

Ehmed Eseed jî daxuyand ku wekî Meclisa Malbatên Şehîdan ew ê rêya şehîdan bişopînin û got: “Şehîd Egîd sembola me ye, ew destaneke têkoşînê ye, dê dîrokî wî ji bîr neke. Bi bîranîna wî îsrara me zêdetir dibe.”

Li navçeya Dirbêsiyê jî bi dehan şênî û endamên saziyan li goristana Şehîd Rustem Cûdî kom bûn û şehîd Egîd bi bîr anîn, ku guleya yekemîn di têkoşîna çekdarî de li hemberî dagirkeriya Tirk li çiyayê Gabar ê Kurdistanê, teqand.

/kr/uploads/files/2021/03/28/120855_dsc_0011-.webp

Di merasîma bîranînê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Elî axivî û diyar kir ku şehîd Egîd guleya yekemîn li dijî dagirkeriya Tirk teqand û tevî hevalên xwe bingeha berxwedanê esas girt û wiha dewam kir: “Li ser vê esasê hêzên gerîla xwe bi rêxistin kir û heta niha di oxira doza kurdî de li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin.”

Elî diyar kir ku piştî şehadeta têkoşer Egîd, bi hezaran ciwanên Kurd tev li têkoşînê bûn û li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin.

/kr/uploads/files/2021/03/28/120920_-.webp

Bi navê meclisa navçeya Dirbêsiyê jî Medya Efrîn wiha axivî: “Teqandina guleya yekemîn ji aliyê fermandar Edîg ve, dayîkbûn û serkeftineke nû ji bo gelê Kurd bû.”

TIL TEMIR

Vê sibehê bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê û endamên saziyên leşkerî û sivîl berê xwe dan goristana şehîdan a li ser navçeya Zirganê, da ku fermandar Egîd bi bîr bînin.

Qada merasîmê bi wêneyên şehîd Egîd û şehîdên azadiyê hate xemilandin, her wiha alên hêzên leşkerî, partiyên siyasî û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Edil Hisên axivî.

Adil Hisên di destpêka axaftina xwe de şehîd Mahsûm Korkmaz di salvegera 35`emîn a şehadeta wî de bi bîr anî û behsa jiyan û têkoşîna wî kir.

Hisên got: “Di dîroka gelê Kurd de, kêm fermandar wekî şehîd Egîd hene. Beriya 2833 salan fermandarekî bi navê Kawayê Hesinkar hebû, bi serkeftina li ser zilmê ji me re agirê azadiyê pêxist. Fermandar Egîd jî wekî Kawayê Hesinkar bû.”

Merasîm bi sloganên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_QpH0P9Nwug" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>