Şengalî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser protesto dikin

Bi hezaran şengalî li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya bi armanca tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê dest bi meşê kir.

Şengalî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser protesto dikin
28 adar, 2021   12:17
ŞENGAL

Hikumeta Federal a Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî di çarçoveya peymana Bexda-Hewlêrê ya ji bo tasfiyekirina hêzên parastina Şengalê û îradeya rêxistinkirî ya êzidiyan, heya 1’ê Nîsanê dem daye Rêveberiya Xweser a Şengalê. Lê hem hêzên parastinê, hem jî nûnerên hêzên siyasî, jin, oldarên êzidî dibin banê MXDŞ’ê de van hewldanên hikumeta Kazimî û PDK’ê yên ji bo tasfiyekirinê red kirin, ragihand eger ne bi zimanê diyalogê û çareseriyê, bi şer werin ser êzidiyan, ewê jî rêya berxwedanê hilbijêrin.

Bi heman mebestê îro welatiyên êzidî ji hemû gund, bajarok, navçeyên Şengalê berê xwe dan navenda Şengalê û ji ber Hola Laleşê dest bi meşeke girseyî kir. Nûnerên saziyên êzidiyan, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, oldar û bawermendên êzidî, rûspî, hêzên parastinê (YBŞ-YJŞ-Asayîşa Êzîdxanê) jî beşdarê meşa gelê Şengalê bûne.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikumeta Federal a dibin serokatiya Mistefa Kazimî de di encama bazarên veşartî yên bi Tirkiye û PDK’ê re peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê îmze kir. Peyman di encama têkoşîna hevpar a pêkhateyên Şengalê û civaka êzidî de heya niha ne gihîştiye armanca xwe. Şengalî hem bi rêya xwepêşandanan, hem jî bi rêyên dîplomatîk hewldan ku peyman bê betalkirin û hikumet guh bide daxwazên êzidiyan.

Her wiha 117 roj e welatiyên êzidî ji bo piştgiriya xwe bi Asayîşa Êzîdxanê re ragihînin li ber avahiya Asayîşê kon vedane.