Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin

Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin. Klînîk ji beşên nexweşiyên hundirîn, beşa jinan, nexweşiyên eseb, zarok, nexweşiyên guh, poz, qirik, gurçik, hestî, dil û emeliyatên giştî pêk tên

Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin
Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin
Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin
Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin
Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin
Li Qamişloyê klînîkên gel hatin vekirin
28 adar, 2021   11:20
QAMIŞLO

Saziyên civaka sivîl îro li bajarê Qamişlo klînîkên gel vekirin. Klînîk ji deh beşan; nexweşiyên hundirîn, beşa jinan, nexweşiyên eseb, zarok, nexweşiyên guh, poz, qirik, gurçik, hestî, dil û emeliyatên giştî pêk tên. Her wiha klînîka ji bo nexweşiyên diranan, beşek ji bo çêkirina testan, dermanxane û odeya destwerdana lezgîn hene.

Der barê buhayê keşfê li klînîkên gel de, hat diyarkirin ku dê ji sedî 50 ji klînîkên bijîşkî yên giştî kêmtir be.

Her wiha ji bo derman û testên ku dê di klînîkên gel de bên çêkirin, dê buhayê wan ji sedî 15 ji navendên taybet kêmtir be.

Endamên Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê, endamên saziyên sivîl, endamên klînîkên gel û gelek bijîşk beşdarî vekirina klînîkên gel bûn.

(dx)

ANHA