‘Dewleta Tirk di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe ya li hemberî jinên Kurd nîşan da’

Koordînsyona Kongreya Star a herêma Firatê destnîşan kir ku dewleta Tirk di şexsê Çîçek Kobanê de, kîna xwe ya li hemberî jinên Kurd nîşan da. Koordînasyonê bang li hemû çalakvanên hiqûqî yên cîhanê kir ku li hemberî hikumê li Çîçek hatiye birîn, bisekinin.

‘Dewleta Tirk di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe ya li hemberî jinên Kurd nîşan da’
28 adar, 2021   11:13
KOBANÊ

Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de hikumê li Çîçek Kobanê hatiye birîn, şermezar kir.

Daxuyanî li Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê hate xwendin û bi dehan endamên Kongreya Star, partiyên siyasî yên li kantonê û dayika Çîçek Kobanê beşdar bûn. Beşdaran wêneyên Çîçek Kobanê û alên Kongreya Star hildan.

Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Kobanê Madlîn Şêx Xidir daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jinên Kurd ên têkoşer di oxira pêkanîna aramî û aştiyê li herêmê de, li dijî rêxistinên terorîst şer kir û fedakariyên mezin kirin. Lê tevahî cîhanê bêdilsoziya xwe ji wan fedakariyan re nîşan da. Mînaka wê yekê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî binçavkirina Çîçek Kobanê ye ku di xetên pêşîn de li hemberî DAIŞ`ê şer kir û yek ji wan têkoşeran bû ku ji bo aştiyê tê dikoşiya.

Dewleta Tirk bi binçavkirina welatiyeke Sûriyê û birîna cezayê girtîgehê yê muebbet, şaşiyeke mezin kir û qanûnên navneteweyî û exlaqî binpê kirin. Ji ber ku wê hikum li welatiya welatekî din birî û di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe li hemberî jinên Kurd nîşan da.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû çalakvanên hiqûqî yên cîhanê û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku li hemberî hikumê neqanûnî û neexlaqî bisekinin û bê deng nemînin û wiha hate gotin: “Em berteka  we wek deynê mirovî yê ji wan têkoşeran re dibînin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Res9ee1ABkY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>