Balafirên şer ên Rûsyayê 6 çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Hemayê kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê li beyarê Sûriyê rojane nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran dikin. Di encamê de 6 çete li gundewarê rojhilatê Hemayê hatin kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê 6 çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Hemayê kuştin
27 adar, 2021   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li derdora rêya Eseriyê li aliyê bejahiyê rojhilatê Hemayê, bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ragihand ku di encama bombebarankirina balafirên şer ên Rûsyayê li herêmê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek erebe hatin rûxandin , li gel wê jî balafirên Rûsyayê li asîmana beyarê Sûriyê digerin.

(dx)