Rojnameyên erebî: Dudiliya Rûsyayê ya hilbijartinên Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa dudiliya Rûsyayê ya der barê hilbijartinên Sûriyê de, metirsiyên ku cezayên Qeyser bigihêjin wezîrên Lubnanê û dosyaya çeteyên li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Dudiliya Rûsyayê ya hilbijartinên Sûriyê
27 adar, 2021   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO RÛSYA DIHÊLE KU EL-ESED HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ BI PAŞ DE BIXE?’

Rojnameya El-Ereb behsa paşdexistina Rûsyayê ji hilbijartinên Sûriyê kir û wiha nivîsî: "Di dema ku behsa dudiliya Rûsyayê der barê gava ku di vê demê de were avêtin û di dema ku Moskov xebatên xwe yên dîplomatîk zêde dike da ku binpêkinekê di aloziya Sûriyê de ku zêdetirî 10 salan dewam dike, guman li ser lidarxistina hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê hene."

Tê payîn ku hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê di navbera 16`ê Nîsanê û 16`ê Hezîranê de werin lidarxistin. Heta niha tu kesayetên Sûrî niyeta xwe ji bo hilbijartinê, di nav de serok Beşar El-Esed, diyar nekiriye.”

‘HIŞYARÎ JI GIHAŞTINA QANÛNA QEYSER JI WEZÎRÊN LUBNANÊ RE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewset behsa metirsiyên ku qanûna Qeyser bigihêje hin wezîrên Lubnanê kir û wiha nivîsand: "Partiya El-Qiwat a Lubnanê hişyarî ji ber binpêkirina hikumeta Lubnanê ji Qanûna Qeyser re da ku Lubnan rastî cezayên Amerîkayê bîne. Ev yek piştî 2 rojan ji serdana wezîrê tenduristiyê yê hikumeta Hemed Hesen û girtina wî ji 75 ton oksîjenê ji nexweşxaneyên Lubnanê re, hate kirin.

Cîgirê serokê meclisa wezîran ê berê Xesan Hasbanî wiha axivî: "Girtina ji saziyên taybet tiştek e û dan û standina li ser asta wezîran, tiştekî din e. Dibe ku Lubnan bi awayekî fermî rastî cezayên Amerîkayê yên wekî Qanûna Qeyser were ku heger ev têkiliya di navbera her du welatan de dewam bike.”

‘LÎBYA SERDEMEKE NÛ BÊ ÇETE DINIVÎSÎNE’

Rojnameya El-Beyan têkildarî dosyaya çeteyên li Lîbyayê wiha nivîsî: "Di nava du rojên dawîn de dosyaya derxistina çeteyên biyanî di destpêka rasthatina bûyerên girêdayî aloziya Lîbyayê de ye. Ev yek di serdana serokê meclisa serokatiyê Mihemed El-Minfî de ji Misir û Tirkiyê re hate nîqaşkirin. Çavkaniyan tekez kir ku dest bi vekişandina bi sedan çeteyan ji herêmên şer hate kirin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku ji roja yekşema derbasbûyî ve beşek ku ji 150 çeteyan pêk dihat, li welatên wan ên resen hatin vegerandin û zêdetirî 6 hezar û 630 çete hê li Lîbyayê mane.”

(bx)